Ji Festîvalê nemînin
Pêncşem 15 Îlon 2022 - 21:15
- Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewrûpayê (KCDK-E), ji bo tevlî 30’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku li Landgraaf ê Hollandayê bê lidarxistin, bang kir.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewrûpayê (KCDK-E), ji bo tevlî 30’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku li Landgraaf ê Hollandayê bê lidarxistin, bang kir.
KCDK-E’yê got, “Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 30´î wê 17’ê Îlonê, li bajarê Landgraaf ê Hollandayê pêk were. Gelê Kurdistanê û dostên wan ên ji Hollanda, Elmanya, Bakurê Fransa, Awûstûrya, Swîsre, Ingilîstan û Belçîkayê wê beşdarî festîvalê bibin.
Weke KCDK-E’yê em bang li hemû gelê xwe û hemû parêzvanên şoreşger, demokratîk û aştiyê dikin ku bi ruhê berxwedana Zapê bi şîara “Em ê li dijî dagirkerî û qirkirinê, Kurdistanê biparêze, Rêber Apo azad bikin” beşdarî festîvalê bibin.”
NAVENDA NÛÇEYAN