Ji du odeyan ber 100 hezar mamosteyî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 27 Çiriy 2020 - 23:32

  • Mamoste Menal dibêje, “Me jî yek bi yek deriyên dibistanan şikandin û dest bi perwerdeya bi Kurdî kir. Karê şikandina deriyan jî yê dayikan bû. Her roj me deriyê çend dibistanan dişikandin.''

Ersîn Çaksû ji ANF'ê re behsa serpêhatiya perwerdeya bi Kurdî li Rojava kiriye. Ji bo vê jî tevî mamoste Menal Mihemed Emîn ew dest bi rêwîtiyekê dike. Ew wisa Behsa Menal a ji Dêrikê dike: “Menal dema li Zanîngeha Helebê dixwend, ji ber ku bi rengekî veşartî dersa Kurdî dida ji aliyê rejîmê ve dihate darizandin. Tevî ku zanîngeh qedand, rejîmê ew xiste kategoriya ‘bi guman e’ û dîploma neda wê.
Piştî ku li Rojava dengê lingê şoreşê hat, Menal jî cihê xwe di nava Saziya Zimanê Kurdî de girt û niha li Qamişloyê Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Qamişloyê ye.”
Ersîn Çaksû bi Menal Mihemed Emîn re peyiviye: “Menal bi bîr dixîne ku di dema rejîmê de mirovên ku dixwestin bi Kurdî hîn bibin bi şev bi çar, pênc kesan bi rengekî veşartî li malan dihatin cem hev û dibêje, ´Ji bo wê jî diviyabû ji mirovên perwerde didîtin bi du qatan zêdetir mirov dibûn nobedar.´”
Li Tirbespiyê jî ew behsa Dibistana Şehîd Nezîr cihê wan ê veşartî ê perwerdeyê dike. “Dema ku em ketin hewşa mala ku weke dibistanê dihate bikaranîn, ji mamosteyên wê demê Goran Şakir qalê kir ku wê demê çawa perwerde didîtin. Goran Şakir diyar kir ku rejîm wê demê bi hemû hêza xwe li herêmê bû, hejmara wan kêm jî be, perwerdeya bi Kurdî wan dikir û got, ´Yên ku li vir perwerde bûn, bûn mamosteyên destpêkê yên şoreşê.´”
Li Girkê Legê maleke dibistan hebûye, “Dema ku em gihaştin wê malê, tabelayek li ber çavê me ket ku li ser wê ‘Navenda Çand û Ziman a Şehîd Kawa Dil a Girkê Legê’ dinivîsand. Mamoste Menal bi bîr dixîne ku Şehîd Kawa dema ku diçû zanîngehê ‘ji bo çand û zimanê xwe berê xwe da çiyê’ û diyar dike, ´Malbata wî ev mal ji bo karên perwerdeyê da me.´”
Mamoste Menal ji Ersîn Çaksû re dibêje, “Li Sûriyeyê bi destpêkirina şerê navxweyî re me biryar da ku ji bo li dibistanan perwerdeya bi zimanê Kurdî perwerde bê dayîn, em zextê li rejîmê bikin.”