• Asmîn a 9 salî ji 7 saliya xwe ve ji Ocalan re nameyan bi Kurdî û Tirkî dinivîse. Wê pêşî bi Kurdî nivîsiye, û paşê bi hêviya nameyan bidin Ocalan bi Tirkî jî nivîsandiye. 

MEHMET ZAHÎT EKÎNCÎ
HAMBURG

Asmîn Kizilirmak ji malbateke Kurdên Anatolyayê ye. Malbata wê ji wan Kurdan e ku hîna di sedsala 16´an de ji Deşta Sûricê koçberî navçeya Enqerê Balayê bûne. Malbat niha li sirgûna Fransayê ye, li bajarê Rouenê dimîne. 
Dayika wê Jiyan ji eşîra Reşvan e. Gava keça wê Asmîn tê dinê, Rêber Abdullah Ocalan ji mêj di zindana Îmraliyê de bû. Lê li nava malê wan behsa Ocalan dikir. Asmîn jî çawa hinekî bîrewer dibe, her pirsa wî dike ji dê û bavê xwe. 
Çawa ku 7 salî yanî beriya bi du salan Asmîn hînî xwendin û nivîsandinê dibe, dest pê dike ji Rêber Abdullah Ocalan re nameyan dinivîse. Ew hesreta xwe bi Kurmanciyê yanî zimanê xwe yê dayikê îfade dike. Nameyên wê şandî nagihîjin Îmraliyê. Bigihêjin jî wan nadin xwediyê wan. 
Asmîn piştre difikire, dibêje, belkî ez bi Tirkî binivîsim, nameyan bidin Rêber Abdullah Ocalan. Lê heta niha ti bersiv li wê venegeriyaye. Ti carî hêviya xwe ji dest nedaye û ev du sal in 10 name nivîsandine. Xewn û hesretên wê yên di nameyan de jî weke wê zarokane û bêguneh in.

Xwezîka min sêhr bikira

Di yekê ji nameyên xwe de ew dibêje, “xwezîka darikekî min ê sêhrê hebûya”. Di nameyeke din de dibêje, “Gava bêriya te dikim, destê xwe datînim ser dilê xwe û li rojê dinihêrim.” Ew dibêje, “Her cara dayika min behsa te dike, digirî. Ez jî ji wê re dibêjim, megirî, çaxê ez mezin bûm, ez ê Serok ji wir derxim.”

Asmîn wisa dilê dayika xwe xweş dike. Nameyeke wê ya wê ji Rêber Abdullah Ocalan re nivîsî ev e:

Gelekî bêriya te dikim Apoyê min

Roj baş, ez Asmîn, 9 salî me û di 7 saliya xwe de min name ji te re şand. Lê her ku li qutiyê dinihêrim, dibînim ku name negihîştiye te, tiştek nîne.
Dayika min dibêje, te nivîsî, lê tu nekarî bişînî. Ez ê timî li bendê bim, Serokê min.
Dema ku ez bêriya te dikim li rojê dinihêrim. Dayika min dibêje, ‘Dema ku te bêriya Rêberê me kir, destê xwe deyne ser dilê xwe û li rojê binihêre’. Dibêje wê demê ez ê te bibînim.
Xwezî darikekî min ê sêhrê hebûya min te ji girtîgehê derxistibûya.
Dayika min dema li te temaşe dike, digirî, ez jî digirîm.
Ji dayika xwe re dibêjim, dema mezin bibim, ez ê Serokê xwe derxînim.
Dema ku ez radizêm ji te re dibêjim şev baş. Tu jî li min vedigerînî.
Dema ku destê xwe datînim ser dilê xwe dibihîzim.
Ez gelekî ji te hez dikim, gelekî bêriya te dikim.
Serokê min, Apoyê min.