Hunermend Kathy Boortz, dema piçûk bûye ji ajalan û xwezayê hez kiriye û tim di nav xwezayê de mezin maye. 

Hunermend Kathy Boortz, dema piçûk bûye ji ajalan û xwezayê hez kiriye û tim di nav xwezayê de mezin maye. Wê nexasim jî havînên xwe bi malbatî li çewlîkeke Teksasê derbas kirine. Lêhûrbûna wê ya li hunerî di 6 saliya wê de dest pê dike û ev hezkirina wê ya ji bo huner heta îro didome. Li Zanîngeha Texasê di beşa peyker û xêzkirinê de dixwîne. Di sala 1974’an de xwendina xwe bi dawî dike.

Kathy Boortz ku dayika sê zarokan e, di demên xwe yên vala de bi malzemeyên cur bi cur peyker çêkirin û piştî demekê ev mijûlahiya xwe veguherand karekî hunerî. Ber bi salên 1980’yî ve ev kar bêhtir bi pêş xist û bi profesyonelî nêzî kar bû. Kathy Boortz xwe weke “Arkeologê bajêr” jî dide naskirin. Ji lewre, ew tim li kolanan digere û tiştên avêtî ji derûdorê kom dike da ku karibe peykeran çêke. Ew bi van malzemeyên avêtî van peykerên xwe yên xweşik çêdike. Ji bo van peykerên xwe herî zêde hesin bi kar tîne. 

Kathy Boortz dibêje, heta niha di nav wan tiştên de yên ku wê ji kolanan wê kom kirine, tiştekî ku bi kêrî wê nehatibe tine ye. Ew li studyoya xwe peykerên mirovan û ajalan çêdike. Bi saya çakûç û mengeneyekê li gorî dilê xwe şêwe dide peykeran. Piştî karê wê diqede ew peykerên xwe boyax jî dike û halê dawî dide peykeran.

Heta niha wê gelek pêşangehên peykaran vekirine û di van pêşangehan de xebatên xwe nîşanî xelkê dane.  

NAVENDA NÛÇEYAN