CÛDÎ ÎBRAHÎM / ANF / KOBANÊ
Mizgîn Tahir diyar dike hêviya wê ev e ku stranên Kurdî yên operayî û destan û çîrokên Kurdî navneteweyî bibin.
Mizgîn hestên xwe yên ji bo pîrozbahiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, her wiha derbarê çawanî û naveroka hunera ku pêşkêş dike û têkiliya di navbera jin û muzîkê de anî ziman.
Hunermenda operayê Mizgîn Tahir axaftina xwe bi vegotina hesreta xwe ya ji bo hatina Kobanê û pîrozkirina 19’ê Tîrmehê ya li wir dest pê kir û got; “Ez ji Rojava me, lê min hîna Kobanê nedîtibû, beriya şoreşê tenê carekê weke rêwiyekî tê re derbas bûbûm. Ji ber wê min pirr dixwest ku ez 19’ê Tîrmehê li Kobanê pîroz bikim, her wiha azadiya Kobanê û tevahî Rojava li Kobanê pîroz bikim. Me û koma xwe mamosteyên Orkestraya Zarokan me berê xwe da Kobanê û me li wir şahî li dar xist, me gelek stran kirin yek û ji wana yên ‘Kobanê’, ‘Serêkaniyê’, ‘Rûbarê Min’ bûn. Her wiha me straneke taybet diyarî zarokên Kobanê kir ku ew jî bi navê ‘Mirîşka Kobanê’ ye. Ji ber ku hest û hezkirina zarokên Kobanê ketin dilê min, ez dixwazim tiştekî taybet li ser zarokên Kobanê çêbikim.”
‘Hewl didim destanên Kurdî bikim opera’
Mizgîn Tahir her wiha got ku hêviya wê ev e ku destanên Kurdî bi şêwazê operayê bistrê û bike berhemên navneteweyî û wiha axaftina xwe domand; “Min li Şamê ya ku paytexta Sûriyeyê ye beşa konservaûtara operaya klasîk xwend. Ez di malbateke hunerî de mezin bûme, bavê min dengbêj e, bira û xwîşka min jî dengbêj in. Min her tim destan û çîrokên Kurdî ji wan dibihîst, ji ber wê min dixwest biçim akademiyê. Li ser vê yekê min beşa opera li Şamê xwend. A niha dixwazim tiştekî enternasyonalî ya bi Kurdî çêbikim. Di nava van projeyan de hewl didim ku destanên Kurdî bibin opera.”
‘Berê xwe bidin armancên xwe’
Hunermend Mizgîn Tahir bi vê banga xwe ya taybet bang li jinan kir û got “Her tim li pey xeyalên xwe bin û timî berê xwe bidin armancên xwe. Ez taybet ji bo jinan dibêjim ku her tim pêşiya xwe vekin, her tim fikr û xeyalên xwe bi ser bixînin, bixwînin, pêl bi pêl rabin; ji ber ku di Şoreşa Rojava de tovê jina azad hatiye çandin.”