Ji Dêrsimê heta Îmralî jiyaneke mişt têkoşîn

Nûçeyên Dosye

Duşem 17 Cotmeh 2022 - 04:04

  • Hamilî tenê got, “Serok wê ji min fêm bike. Heger nivîsên min nehatibin astengkirin, serok wê ji min fêm bike. Min xwe rexne jî kir.” Piştre me bihîst ku serok bi taybetî xwestiye Hamilî bibin cem wî.

DENIZ BABÎR/KOLN

 

Ev qederê 3 salan e ku ti xebera weke adetê ji Rêber Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tecrîdkirî ye û kesên li cemê ragirtî Hamilî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ti xeber nayê girtin. Me karî bi Polat Yildirim re bipeyivin; ew birayê Hamîlî Yildirim e û yekane wasiyê wî ye jî. Polat Yildirim di heft salên bihurî de tenê kariya 3 caran birayê xwe bibîne. Ew nerazîbûna xwe ji tecrîda şidandinê wiha îfade dike: “Di nava heft salan de tenê 3 caran derfeta me çêbû, em hevdîtinê bikin. Ka careke din em ê karibin hev bibînin, ka wê hevdîtinek bibe yan nebe, em pê nizanin.” 

Polat Yildirim bi bîr dixe ku birayê wî Hamilî Yildirim di ciwaniya xwe de vî kadroyên pêşeng ên PKK’ê di refên pêş ê têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtiye û behsa wî ji me re dike. Ew hê ji 1974’an ve xweşik birayê xwe û derdora wî ya şoreşger nas dike: “Min sala 1974’an li Amedê dixwend. Ez serê çendekê diçûm Dêrsimê. Hingê Alî Haydar Kaytan, Kemal Pîr û Heval Sakîne pirr caran dihatin Dêrsimê. Kekê min behsa Ocalan dikir. Ji bo Ocalan wî digot; min hevalekî pirr jîr û biaqil nas kir. Ecêb jîr e û pêş dibîne.” 

Çawa ji hepsê derket berê xwe da Bekayê

Hamilî Yildirim di nava vê komê de wê sala 1978’an li Elezîzê bihata girtin. Polat Yildirim wiha behsa hingê dike: “Hamilî cara pêşî sala 1978’an li Elezîzê hat girtin. Rojekê me bihîst ku Hamilî, hevjîna wî Ayten û Sakine hatine girtin. Li Elezîzê navendeke êşkenceyê hebû bi navê ‘bin sekizyüz evler’. Ew birin wir û li wir 49 rojan hatin ragirtin. Ew piştre birin hepsa Elezîzê. Hingê li hepsa Elezîzê êrişeke çekdarî dibe û di êrişê de heval Aytekin Tugluk jiyana xwe ji dest dide. Piştre wan bi koma Amedê re dikin yek û dişînin Amedê. Ez ne şaş bim sala 1982’yan bû. Hingê Mazlum Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş ew hebûn. Ew demeke dirêj li Zindana Diyarbekirê ma ragirtî. Gelekî piştî şehadeta Hayrî, Kemal wan, ez sala 1987’an çûm hevdîtina wî. Ez hingê li derveyî Tirkiyeyê bûm. Lê sala 1987’an ez çûm, cara pêşî min ew dît di hepsê de. Ew jî ketibû rojiya mirinê, heta bi 49 rojan di rojiya mirinê de bû, sala 1983’yan ew rakiribûn nexweşxaneyê jî. Hingê dayika min neviya xwe jî bi xwe re biriye, da ku Hamîlî dev ji rojiya mirinê berde. Ew ji Hamilî re dibêje, ‘Apo dev jê berde’. Li gorî birayê min î rehmetî gotî, Hamilî jî keniye û gotiye, ‘Min newestînin’. Axir sala 1987’an gelekî ji taqet ketibû. 14 salan hingê di hepsê de ma û sala 1992’an bû heger ne şaş bim, ji hepsê derket.”

 

Bavê wî pêlava xwe didiyê

Ew dibêje Hamilî Yildirim yekser berê xwe daye Bekayê piştî ku hatiye berdan: “Demeke dirêj li Bekayê ma. Sala 1999’an min xwest biçim cemê, hingê serdema vekişînê bû, lê min ew nedît. Hingê fermandarê qereqolê ji bavê min re dibêje, ‘Ji wî kurê xwe re bibêje, li hêviya çi ye, çima venakişe’. Gefan li bavê min dixwin. Di dema vekişînê de de di gundê me re dibihure. Hingê Hamilî ji hevalan re dibêje, ‘Ev ê hanê bavê min e´. Heval jî diçin wî tînin. 

Paşê li Êrîvanê min ew dît. Wî behsa wê rojê kir û got, pêlava di lingê wî de qetiyabû, û di piyê bavê min de jî pêlaveke baş a çiyê hebûye. Bavê min ji piyê xwe kiriye û daye wî. Wî got, ‘Ha bi wê pêlavê ez salekê li çiyayan geriyam.’ Bavê min ji Elmanya çûye, teqawît e. Hamilî got, ‘Çavê min hingê çûn ser pêlava bavê min, lê min dil nehişt bixwazim. Lê bavê min hîs kiriye, hema ji piyê xwe kir û da min’.” 

Polat Yildirim

Ji TV’yê hîn bûn

Gava ku dewleta Sûrî Hamilî Yildirim teslîmî dewleta Tirk dike, ew ji televîzyonê hîn dibin: “Me televîzyon vekir û bi rastî jî Hamilî teslîmî Tirkiyeyê kiribûn. Pêşî birine Hatayê. Li Hatayê gava ku min Hamilî li hepsê dît, vê ez gelekî êşandim. Ji ber êşa piştê û ya lingê xwe nekarî bimeşe. Got, ‘Ez li Sûrî gelekî êşandim. Ez 40 rojan di hucreyeke yek metereya bi çarçik de ragirtim. Min di quleke mîna ya derziyê re hewa dida û distend. Ji bêhewabûnê, hindik mabû ji hiş biketama.’ Wî got, kesên ku ew xistine ber lêpirsînê bi Tirkî peyivîne. Piştî hefteyekê, ji ber ku Dadgeha Ewlekariya Dewletê li Meletiyê bû, ew birin Meletiyê. 

Mijarên dadgehkirina wî qederê 200 çalakiyên di dema fermandariya wî ya Dêrsimê bûn. Em ji bo rûniştineke doza wî bi minîbusê çûn. Gelek kes bi maşînên xwe yên taybet hatibûn. Weke ku Dêrsim li avahiya edliyê kom bûbe. Jixwe, gava Hamilî kete salonê, xelkê li çepikan da. Xelkê Dêrsimê hez ji Hamilî dike. Axir cezayê muebedê lê birrîn. Heta ku ew birin Îmraliyê, pêşî ew birin hepsa Elbistanê, piştre ya Kirikkale.”

 

Serok wê ji min fêm bike

Li Kirikkale Polat Yildirim diçe serdana birayê xwe,. Beriya wî bibin Îmraliyê jî tevî Aysel Tugluk diçe serdana birayê xwe: “Min jê pirsî çima tu welê bê deng î? Wî jî got, ‘Gelo vê dawiyê navê me li ti derê hatiye hildan?’ Min got, erê, di nava komeke ji çar hevalan a ku wê biçe Îmraliyê de tu jî heyî. Wî jî tenê got, ‘Serok wê ji min fêm bike.’ Wî got, ‘Heger nivîsên min nehatibin astengkirin, serok wê ji min fêm bike. Min xwe rexne jî kir.’ Piştre me bihîst ku serok bi taybetî xwestiye Hamilî bibin cem wî.”

Hamilî Yildirim beriya her sê girtiyên din diçe Îmraliyê. Ji sala 2015’an heta 2019’an ti hevdîtin nabe. Hingê ew derfeta dîtina birayê xwe carekê dibîne: “Hingê li Strasbourgê grevên birçîbûnê hebûn. Hingê telefonî min kirin ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê. Wan got, sibe bê Stenbolê. Dîtira rojê parêzeran telefonî min kir û em ber bi Îmralî ve çûn. Gava ku em gihîştin Gemlikê, çapemenî hemû li wir bû. Lêgerîneke gelekî dijwar kirin, îşlikê me jî ji me kirin. Pêlavên me ji piyên me kirin. Me ji mêj nedîtibû û xwe li ber vê zilmê ragirt. Wê gavê min Hamilî dît. Weke caran cilûbergên wî paqij û li xwe miqate bû. Dev li ken hat û ez hembêz kirim. Gava ku min jê pirsî tu çawa yî, got, ‘Ez pirr baş im û li vir hinekî hatim ser hemdê xwe. Hin pirsgirêkên di serê xwe de min hal kirin. Em 3 heval bi awayekî rûtîn, rojê 2 saetan Serok dibînin, sohbet dikin. Wekî din rojê saetekê em sporê jî bi hev re dikin.’ Gava ku min jê pirsî tu çi dikî got, ‘Ez dinivîsim. Ji vir dernekeve jî ez dinivîsim.’

Piştî bi du mehan em careke din çûn. Hingê got, heyetên dewletê tên bi serok re dipeyivin. Lê niha bû 3 sal ne telefon û ne jî hevdîtin e. Em gelekî fikaran dikin, ev 7 sal in, me tenê sê caran karî hevdîtinê pê re bikin. Em nizanin ka careke din wê hevdîtin bibe, wê kengê bibe yan na.” 

 

CPT bila daxuyaniyê bide

Herî dawî li ser çûna Îmraliyê ya CPT’yê jî Polat Yildirim got, ew fikaran dikin û li benda daxuyaniyeke CPT’ê ne. Polat Yildirim dixwaze ku mafê peyivîna bi telefonê, hevdîtinên bi malbatê û parêzeran pêk werin û ji ber vê rexne li helwêsta CPT’ê girt.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.