Ger daxwazê dikin divê Rêbertî azad be
În 14 Sibat 2025 - 03:35
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît tevlî bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê bû û li gel salvegera komploya navneteweyî pêvajoya ku piştî hevdîtinên li Îmraliyê destpê kir, nirxand. Di destpêka axaftina xwe de bi navê hemû hevrêyên xwe Rêber Apo bi hezkirin û hesretê silav kir û bi bîr xist ku komploya navneteweyî ya dikeve sala 27'an û got:"Pêvajoya derbasbûyî divê ji gelek aliyan ve bê nirxandin. Ya rast em vê nirxandinê timî dikin, her sal dikin, her roj dikin. Ji ber ku sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê ku ji 15'ê Sibatê ji komploya navneteweyî û vir ve hatiye avakirin ne tenê li hemberî Rêber Apo, di heman demê de li dijî gelekî hatiye avakirin. Ji ber vê eybê hem weke gel hem jî em li ser bingeha rexnedayineke mezin de em van 26 salan li pey xwe dihêlin.
Gelek dersên girîng hene ku me ji pêvajoyê wergirtine. Beriya her tiştî em berxwedana gel û dostên xwe ya li dora Rêber Apo ku sekneke lehengî ya mezin nîşan didin silav dikin. Bêguman ev berxwedan ne berxwedana kesekî bi tenê ye."
Êdî dawiya sîstema Îmraliyê tê
Hêlîn Umît bi bîr xist ku beriya niha bi 10 salan Rêber Apo gotibû, 'Mizgîniyê didim; înkar qediya' û got:"Têkoşîna li dijî komploya navneteweyî û şerê azadî û hebûnê yê bi pêşengiya PKK'ê tê meşandin, tora înkarê ya li dora gelê Kurd parçe kir. Hêzên mezin ên sîstema cîhanê -DYE, Îsraîl, Îngilistan- haya wan ji xwe ji înkarkirina Kurdan hebû, lê belê gihîştin wê astê ku êdî bi zimanekî fermî bînin ziman. Li Tirkiyeyê jî ev yek şikest ku li herêmê xeta înkarê temsîl dike. Lewma înkar ji holê rabû. Bi temambûna sala 26'an a komploya 15'ê Sibatê û destpêkirina sala 27'an re em dikarin bi hêsanî balê bikişînin ser vê yekê." Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê anî ziman ku agahiya wan têkildarî naveroka hevdîtina bi Rêber Apo re heye û bi dewamî got:"Ji ber vê yekê jî em hewl didin ku rastiyên Rêber Apo di hevdîtinê de got fêhm bikin, rastiyê têbigihêjin û li gorî vê yekê jî wezîfeyên xwe bi rengekî rast diyar bikin. Di vir de çend nuqteyên girîng hene. Ya girîng jî rewşa Rêber Apo ye. Beriya her tiştî divê ev yek zelal bibe. Di vê mijarê de divê gav bê avêtin. Eger wê pêşketinek çêbibe, hingî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, afirandina şert û mercên azad ên karkirinê pêwîstiya herî bingehîn e. Eger tiştek ji Rêber Apo tê xwestin, eger jê tê xwestin ku bangekê bike, ji bo karibe vê bike divê azad bibe û xwedî derfetê karkirinê be. Êdî dawî li Sîstema Qirkirinê ya Îmraliyê tê. Ev sîstem nabe ku bi vî rengî dewam bike; divê ji holê bê rakirin. Ya ku em qalê dikin meseleyeke sîstemê ye, ne nîqaşa cihekî ye. Lewma mijara esasî ew e ku Rêber Apo karibe bi rengekî azad bixebite û têkiliyê dîne. Vê gavê mijara herî bingehîn ev e."
Divê dewleta baweriyê bide
Hêlîn Umît diyar kir ku her kes hewl dide navekî li vê pêvajoyê bike, lê belê ne pêvajoyeke welê ye ku karibe bi hêsanî bê pênasekirin û got:"Em nikarin bibêjin pêvajoyeke çareseriyê ye, ji ber ku rewşeke bi vî rengî nîne. Pêvajoyeke guherîn û veguherînê ye. Em bi vî rengî fêhm dikin û hewl didin bi vî rengî têbigihêjin. Pirsa esasî ev e: Gelo Tirkiye li ser bingeha azadiya Kurdan ji veguherînê re amade ye? Di rewşa heyî de tê dîtin ku dewleta Tirk ji vê re ne amade ye. Di nava dewletê de dek û dolabên hin hêzan hewl dide ku pêvajoyê berevajî bike. Li gel vê yekê hin beş hene ku cidiyeta pirsgirêkê fêhm kirine. Mînak Devlet Bahçelî li gel ku nexweş û li erdê bû peyamek da û got, 'Li Tirkiyeyê êş û azara zayînê heye, ev tê wateya metirsiyê, divê em bibin yek'. Balkêş e ku nexweş jî be peyameke bi vî rengî da. Em ji veguherînê re jî amade ne ji guhertinê re jî. Di vê mijarê de em ji xwe bawer in. Nêrîna me ya civakî û dîrokî vê yekê diafirîne. Tirkiye wê bi çi rengî ji vê yekê rizgar bibe? Mîna ku Rêber Apo timî destnîşan dike, li ser bingeha têkiliyên Tirk-Kurd ên dîrokî dikare rizgar bibe. Eger civak, gel an jî desthilatdariya Tirk dixwaze li herêmê li ser piyan bimîne, rêya vê yekê jî tifaqa Kurdan a hezar salî ye. Lewma ya ku niha divê di rojevê de be û bê nîqaşkirin ev mijar e." Hêlîn Umît ragihand ku li gorî anketan beşeke girîng a civaka Kurd ji dewletê bawer nake û got:"Lê belê ji Rêber Apo bawer dike, jê hêvî dike. Bi qasî ku di çalakiyan de hate dîtin dixwazin bi coş û kelecaneke mezin nêzî pêvajoyê bibin, dixwazin 15'ê Sibatê ya nû bibîne ku tarîtiyê ji holê rake. Lê belê baweriya xwe bi dewleta Tirk nîne." Hêlîn Umît destnîşan kir ku ev yek pêvajoyeke têkoşînê ye û divê vê têkoşînê hîn bilind bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN