Ji Brezîlyayê ber bi Rojava ve

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 26 Adar 2023 - 11:37

EBÎR MUHEMED / JÎNHA / QAMIŞLO

Rojda Dendara  balerîn û şanoger e, ew ji bajarê São Paulo ji Brezîlyayê ye, ji ber hezkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û dest bi rêwîtiyeke lêgerînê kiriye. Rojda li ser rêwîtî û hezkirina xwe ya xizmetkariya Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan bi ser ketiye, nihêrînên xwe parve kirin.

Rojda Dendara di serî de behsa huner û naskirina xwe ya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û tiştên jê re balkêş kir: “Ez balerîn im û di heman demê de dansa îfadeyî û şanoyê dikim, karê min di navbera Rojava û Brezîlyayê de ye. Di sala 2017’an de min li ser jinên Rûsyayê yên ku di şerê cîhanê yê duyem de şer dikirin, lêkolîn dikir. Hevaleke min a şanoger li ser vê meraqa min a naskirina jinên Rûs pirsî, ‘ka çima tu li ser jinên Kurd lêkolînê nakî?’ Wê demê min bi ti tiştî li ser Şoreşa Rojava nizanibû. Di kovarekê de min li ser Şoreşa Jinan li Rojava û şerê hêzên YPJ’ê yên li hemberî DAIŞ’ê xwend. Ya ku herî zêde bala min kişand demokrasî û federalîzma li Rojava bû. Li ser vê bingehê min dest bi lêkolîna li ser Kurdistanê bi giştî û têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê kir.”

Nêzîkî şoreşa jinên Rojava

Rojda Dendara ji bo ku ji nêz ve pergala neteweya demokratîk û têkoşîna jinan li Rojavayê Kurdistanê nas bike, biryarê dide biçe Rojava: “Li ser esasê naskirina demokrasî, pergala Rêveberiya Xweser, raman û felsefeya Rêber Apo, xwenaskirin, xweperwerdekirin û xwerêxistinkirinê min lêkolînên berfireh kirin. Ji ber hezkirina mezin a ji Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, min û hevala xwe ya şanoger, me du salan lil ser mijarê lêkolîn dikirin û bi hev re me li ser vê mijarê senaryoya şanoyekê nivîsand. Encama wê şanoyê û rexneyên heyî jî baş bûn, lê ji ber rewşa Covid-19 pêwîst bû demekê bê sekinandin, lê belê hê jî lêkolînên me dewam dikirin û min hêza xwe ji jinên Rojava digirt. Li ser vî bingehî min biryar da em berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê da ku bêhtir nêzî şoreşa jinan bibim û xwe zêdetir fêm bikim.”

Dîlanên gelerî bi yên nûjen re şirove dike

Rojda Dendara bal bire ser armancên xwe yên hatina Rojava û avakirina dans û şanoyeke ku xizmeta şoreşê dike: “Beriya bi salekê, ez hatim Rojava, ji bo di nava çand û huner de kar û xebatê bikim. Ez li ser şano û dîlanên gelerî ji bo avakirina şanoyeke bi zimanekî cuda dixebitim, da ku bi gelê Rojavayê Kurdistanê re hewl didim parve bikim û bidim nasîn. Bi rastî, dixwazim ku dîlanên gelerî bi yên nûjen re bikim yek. Ji bo afirandina klîpên folklorî ji bo Rojavayê Kurdistanê em dixebitin, ji lewra di nava Pargînê de cih digirim. Di jiyana xwe de min çend çandên cuda nas kirin, di nava dansê de ez hewl didim mîksekê di navbera wan û ya Kurdistanê de çêkim. Bêguman ev gav baş e ji bo nêzîkbûna çandên welatên wekhev.”

Şoreşa Rojava bi gelê Abya Yala dide nasîn

Rojda Dendara got, çanda Brezîlyayê rastî gelek êrişên desthilatdariyê û sîstema kapîtalîst hatiye û lazim e were rizgarkirin. Her wiha li ser xwenaskirin û xwebipêşxistina di nava şoreşa Rojava de jî wê got; “Dema ez hatim Rojava, pê re nihêrîna min kûrtir bû, min gelek tişt ji nêz ve nas kirin û ji bo xwenaskirinê ketim nava hewldanan. Pêwîst dibînim ku hîn zêdetir fêr bibim, armanca min ew e ku kesayeta xwe nas bikim, bi pêş bixim û paşê dîsa vegerim warê xwe Abya Yala.

Dixwazim Şoreşa Rojava bi gelê Abya Yala re parve bikim û bidim nasîn. Çanda me ya Brezîlyayê bandora cîhanê li ser çêbûye û gelek êriş jî li ser hatine kirin, gelek ji cewherê xwe jî dûr dikeve. Ji lewre, dixwazim tiştên ku ji çanda li Rojavayê Kurdistanê fêr bûme, rêbazên nû yên bi hev re xebatê, bi xwe re bibim welatê xwe ji bo ku bibe rêyeke zindîkirina çandê. Pergala kapîtalîst û desthilatdar her dem dixwaze xirabî û talanê bike, bi taybetî li ser çandan.”

Di gelek projeyan de cih digire

Rojda Dendara tevlî xebat û projeyên li Rojava jî bûye: “Çend taybetmendî û rêbazên lîstika şanoyê yên nêzî şanoya Brezîlyayê hene, bi taybetî hewl didim ku em şanoyeke alternatîf bi hev re ava bikin, ji min re pir nêzî hev xuya bûn. Helbet xwesteka me afirandina şanoyeke dûrî sîsteman, di heman kêliyê de hin ferq û cudahî jî di navbera çandên me de hene. Ez dixwazim hemûyan nas bikim. Bêguman çanda Kurdî dewlemend e, ji vî bingehî projeyên serketî wê derkevin holê. Min jinên ciwan ên di nava çand û huner de li ser dansê perwerde kirin. Her wiha di nava klîpa ‘Destana PKK’ê de min cih girt, tê de min dansên îfadeyê afirandin. Dibe ku hinek zehmetî hatibin kişandin ji ber ku rêbaza ez pê dans dikim ji bo wan nû, cuda bû, ji lewra pêwîst bû ku ez jinên ciwan perwerde bikim. Her wiha min di nava şanoya Evdalê Zeynikê de jî cih girt tevî çend projeyên din ên klîpên muzîk, dansa modern û dansên gelerî hebûn.”

Têkoşîna jinan û jineolojî tesîrê lê dikin

Rojda Dendara got, tecrûbeya wê ya li Rojavayê Kurdistanê pirr dewlemend e, pêwîst e her kes vê şoreşê nas bike. Wê got, ji bo siberojê gelek projeyên wê yên cuda hene û gotinên xwe wiha bi dawî kirin; “Her roj ez kêfxweş dibim ku li Rojavayê Kurdistanê me û ji nêz ve çanda Kurdistanê nas dikim. Hêviya min ew e ku ne tenê gelê Brezîlyayê vê têkoşînê nas bike, her mirov pêwîst e Şoreşa Rojavayê Kurdistanê nas bike. Li Rojavayê Kurdistanê min hezkirina rast û nêzîkatiyên bi nirx hîs kirin, têkoşîna jinan şopeke bi mane û nirx di hundirê min de ava kir, bi taybetî bipêşketina zanista jinan Jineolojiyê.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.