Ji bo zêr êrişa ser 16 Psyche

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 18 Çile 2023 - 02:16

Astroîdeke welê heye ku li dora rojê digere û pêkhatina wê weke sîsika dinyaya me ye. Yanî bipirranî ji hesin û nikelê ye. Du madenên li dinyayê gelekî lazim û bi qedr.

Berê 16 Psyche 226 kîlometre ye, û rûberê wê jî 641 hezar û 800 kîometreyên bi çarçik e.  

Astronomê Îtalî Annibale Gasparis saal 1852´yan ev astroîd kifş kiribû. NASA niha plan dike ku bi Misyona xwe ya Psyche ya sala 2017´an erêkirî, li pêkhatina 16 Psyche bikole. Zanyar hêvî dikin ku bi vê yekê agahiyên li ser pêkhatina dinyayê jî bi dest bixin.

Ev astroîd bala şirketên kanan ên fezayê jî dikişîne. CEO´yê şirketa EuroSun Mining, Scott Moore dibêje, “Ev dibe ku bibe yek ji gavên herî muhim ên geriyana li zêr li fezayê, lê wê nebe gava pêşî. Kembera astroîdan a li dora rojê tenê aliyekî vê bazarê ye.” 

NASA'yê ji ber pirsgirêkan şandina maşîna Psyche di dawiya Hezîranê de bipaşve xistibû. Muhtemel e ku di nava îsal de ev maşîn ber bi fezayê ve bê şandin û li ber wê 750 milyon kîlometre rê hene. Ew ê sala 226´an bigihîje menzilê xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.