Weşanxaneya J&J´yê pirtûkeke zarokan ya bi 3 zimanan çap kir. Pirtûka bi navê “Dinyaya Pîyayê” ku ji bo zarokan hatiye nivîsandin, bi zimanê Kurdî, Tirkî û Îngilîzî hat çapkirin. 

Nivîskarê pirtûka “Dinyaya Pîyayê” Aysun Çakir e û wê berê jî pirtûkên çîrok û helbestan nivîsandibûn û ev pirtûk ji aliyê Weşanxaneya J&J hatibûn çapkirin.

Weşanxaneya J&J pirtûkê wiha dide nasîn; “Pîya rûken bû û pir ji lîstikê hez dikir. Hem dilîst û hem jî hîn dibû.

Pîya pir meraqdar bû. Her tişt meraq dikir. Ew roj jî bi meraq bû. Xwe bi xwe got; ‘Ez ê derkevim seyranê, gelo ez ê çi bikim, ez ji van tiştan çi û çawa hîn bibim!’ Pir bi heyecan bû. Hem difiriya, hem dilîst û hem jî bi firrîna xwe re stranan digot.” 

NAVENDA NÛÇEYAN