Ji bo Victor Jara peyker çêkir

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 3 Tebax 2021 - 02:25

Peykersazê bi navê Oscar Plandiura yê ku ji Şîlî ye peykerekî qerase yê muzîkjen Victor Jara çêkir. Peyker tevde 12 ton e. Oscar Plandiura peykerê xwe bi hevkariya Navenda Çanda Şeredariya Joaquin çêkiriye.

Berê jî yê Salvador Allende çêkiribû

Oscar Plandiura ev peyker li atolyeya xwe çêkir û gelek mirov diçin atolyeya wî da ku ev peykerê mezin û qerase bibînin. Pandiura ev peyker ji mermerên traverten çêkiriye û piştî demekê dê ev peyker li parka bi navê “Flood Intercommunal Park” were bi cî kirin.

Pekersaz Oscar Plandiura berê jî peykerekî serokkomarê Şîlî yê Salvador Allende ku ew jî hatibû kuştin, çêkiribû. Niha jî ew bi peykerê Victor Jara çêkiriye û dixwaze Victor Jara bêhtir were nas kirin.

Dengekî serhildêr Victor Jara

Victor Jara di sala di sala 1973’an de ji hêla dîktatoriya Pinochet pêşî destên wî hatibûn şikandin û paşê jî hatibû kuştin. Muzîkjen Victor Jara bi stranên xwe yên serhildêr dihat nas kirin û hemû dinya ew bi van stranên wî nas kir.

 NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.