• Şemsiya Hesenî, “Nalet li şer were! Kes nikare wê kêliya ku dinya bi serê we de tê xwarê rave bike.”

ARDÎN DÎREN

Piştî gelek nîqaş û gengeşiyan, Rûsyayê herî dawî hefteya bihurî, bi ser welatê Ukraynayê de girt û êriş bire ser. Ji nav bajarên Ukraynayê dîmenên şer li dinyayê belav bûn. Min jî bi baldarî bala xwe da dîmenan û yekî ji wan pirr bala min kişand ser xwe. Di dîmenê min dîtî de mamosteyek hebû û ew midûrê dibistanekê bû. Ji bomberandina balafirên Rûsyayê filitîbû. Rûyê wê birîn û di nav xwînê de bû. Digot, “Me şer û pêvçûn her tim di helbest û dersan de didît. Me qet bawer nedikir, rojekê şerekî nû dê biqewime û were me bibîne. Dema me ji zarokan re behsa şer dikir, her tim weke tiştekî ku berê qewimîbe û niha ne tiştekî pêkan e, me behsa wî dikir. Lê niha em dibînin ku şer li ber deriyê me ye.” 

Mirov dikare behsa gelek dîmen û gotinên bi vî awayî bike, jidil jî tiştek ji destê mirov nayê û mirov xwe li hember vê zordestiyê bê çare hîs dike. Li darê dinê berjewendiyên welatan mixabin bi dawî nabin û ji ber vê yekê, şer dê bi her awayî dewam bikin. Lê ne tenê di pirtûk û helbestan de di rastiyê de jî şer dê her hebe. Li gorî min, wê mamosteyê hinekî jî perwerdeya ku wan dida zarokan rexne dikir, yanî divê zarok jî bi perwerdeyeke rasteqîn ya ku roja me ya îro jî rave dike, werin perwerdekirin.
Em careke din vegerin ser hesta bêçarebûnê. Dema şer çêdibin, gelek mirov ji dûr ve di telefon û televizyonan de li şer temaşe dikin û li hemberî zor û zordariyê xwe bêçare hîs dikin. Lê hin kes hene, vê bêçarebûna xwe bi rêya huner aş dikin û hestên xwe derdibirin ji xelkê re.

Ji bo şerê li Ukraynayê jî di nav hefteyê de gelek hunermendan nerazîbûn nîşanî êrişên Rûsyayê da û van nerazîbûnên xwe bi huner îfade kir. Ma ne huner jî ji bo rojên wiha ye, hin caran tenê dîmenek dikare bibe bersiva gelek tiştan û hêzeke hunerî ya ku hin tiştan biguherîne heye. Em bibêjin, huner rêyek ji van e. Dikare bi bandora xwe guherînan pêk bîne ango hestan li hev bişidîne.

Hunerekî bi hêrs

Hunermend Kasia Rubin dibêje “Ez hunermendeke Polonî me, lê li Fransayê dijîm.” Jineke ku di destan de ala Ukraynayê heye xêz kiriye û li hember wê jî taveke ku dihele heye. Em li piştê û ji hinekî dûr ve jinikê dişopînin. Her wiha li kêleka wê jî hin paçikên ku dişibin alên welatên dinyayê jî hene. Kasia Rubin nerazîbûna xwe wiha tîne ziman, “Ev nerazûbûna min a li hemberî şer e. Nexasim êrişên leşkerî. Hunerekî bi lez û bez e lê di heman demê de bi hêrs e jî. Ez jidil, bi awayekî kûr vê yekê hîs dikim, hêvî dikim welatên din jî nerazîbûnê nîşan bidin. Niha her kes bi çavên xwe dibîne ka li wir çi diqewime. Ji bo Ukraynayê aştî û hezkirin.” 

‘Nalet li şer were’

Şemsiya Hesenî ku hunermendeke Efxan e û rastiya şer ji nêz ve dinase jî ji bo Ukraynayê wêneyekî ku berê xêz kiribû, parve kiriye û dibêje, “Nalet li şer were! Kes nikare wê kêliya ku dinya bi serê we de tê xwarê, rave bike.” Şemsiya Hesenî di dewama nivîsa xwe ya li ser Instagramê de dibêje, “Ukrayna ez êş û birîna de ji dil hîs dikim. Bandora şert li min jî bû. Ez êşa mirovên ku ji welatê xwe dibin û bê cihûwar dimînin, baş dizanim. Xasma jî bi êşa zarokan baş dizanim. Ji bo tiştê ku civaka we winda kir û hîna jî dike, pirr xemgîn im. Dema ez peyva şer dibihîzim, direhelim. Ez nikarim peyva şer bi ti awayî rave bikim. Ez rewşa we ya niha baş fêhm dikim û dibêjim, bi we re me. Xwe di nava we de dibînim.” 

Danîela Herodesova ku ew jî xwe wek keseke nîv Ukraynayî dibîne, îllustrasyonek çêkiriye û dibêje, “Bi dîmenên şer ez pirr êşiyam. Hemû hêza xwe ji bo Ukraynayê rê dikim.”

Wekî din gelek hunermendên din jî bi heman hestan ji bo Ukraynayê xêz kirin û ev xêzên xwe li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kirin.