Ji bo tenduristiya gel

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 21 Sibat 2023 - 06:02

XALID ETÊ/ANHA/QAMIŞLO

 

Ji 2021′ê ve klînîkên gel ên saziyên civaka sivîl ên Qamişloyê xizmeta tibî pêşkêşî şêniyan dikin. Ji bilî roja înê klînîk saet ji 08:00′ê heta bi 14:00′an, nexweşan pêşwaz dikin.

Di klînîkan de beşên hundirîn, jin, derûnî, zarokan, poz, guh, qirik, gurçik, mîzok, hestî, siheta giştî, diran, laboratuwar, radyolojî û dermanxane hene. Di klînîkan de 54 bijîşk, rêveber û pîşesaz dixebitin.

Li gorî endamê rêveber ê klînîkên gel Mazin El Şêx, li nexweşxane û klînîkên taybet bijîşk ji 20 heya 25 hezar lîreyên Sûriyeyê ji nexweşan distînin. Lê li klînîkên gel 5 hezar lîreyên Sûriyeyê û derman jî bi buhayeke guncaw bi rêya ji sedî 10-20 ji dermanxaneyên derve kêmtir e. Eko bi rêjeya ji sedî 60, tehlîl bi rêjeya ji sedî 30 û radyolojî bi rêjeya ji sedî 50 ji derve kêmtir e.

 

Klînîk ji bo xizanan

Nexweşa bi navê Mûfîde Silêman got, xizmeta ku klînîkên gel pêşkêş dike baş e û ji bo xelkê xizan e û got;"Ligel rewşa aborî ya zehmet klînîk bi civakê re dibin alîkar. Ji ber  ku serdana li klînîkên bijîşkekî taybet li ser xizanan barekî mezin e."

Nexweşê bi navê Cemal Silêman jî da zanîn ku serdana bijîşkên klînîkên taybet pir giran e, ji ber di her carekê de 20 hezar lîreya Sûriyeyê distînin.

Cemal Silêman anî ziman ku xizmeta ku klînîkên gel pêş dike jî pir baş e û got;" Li kêlek wê jî tehlîl, derman û radyolojî bi buhayekî guncaw in û em bi hêvî ne ev xebat dewam bike."

 

Mehê 5 hezar kes

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê klînîkên gel Mazin El Şêx da zanîn ku klînîkên gel bi hemû beşên xwe xizmeteke baş pêşkêşî xelkê bajarê Qamişlo û gundewarên wê dike û diyar kir ku di mehekê de derdora 5 hezar nexweş serî li van klînkan didin.

Li ser astengiyên li pêşberî klînîkên gel El Şêx got, rêxistinên têkildar destekê nadin, amûra endoskopiya xwarinê û wênekişandina panoramaya diranan tine ye.

 

Nexweş bi pirranî bê pere tên dermankirin

Têkildarî mekanîzma û şopandina xebat û giliyên şêniyan El Şêx got: "Ger çi giliyek li ser kîjan bijîşkî hat, wê demê rêveberî çareyekê ji vê pirsgirêkê re dibînine. Em rewşa aborî ya nexweşxan jî dizanin û piranî nexweş bê pere tên dermankirin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.