Ji bo şervanên azadiyê; ‘Guje Çemê Me’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 2 Çile 2025 - 01:45

Hunergeha Welat ku li Rojavayê Kurdistanê xebatên xwe yên hunerî dibe serî û bi klîpên xwe navdar e, vê carê klîpeke têra xwe balkêş çêkir û piştgiriyê da şervanên azadiyê. Hunergeha Welat bi van klîpan balê dibe ser rewşa Rojava û nîşan dide ku Kurd xwedî çandeke qedîm in. Çandeke ku bi talan û êrîşan tine nabe û her dimîne li ser hîmên xwe.

Hunergeha Welat klîpê bi van hestan parve kir; “Bo piştgiriya şervanên azadiyê, berxwedêr û têkoşerên hebûn û mana me.” û klîpê diyariyê hêzên QSD’yê kir.

Stranbêj Selah Îbrahîm koroyekê daye pişta xwe û strana bi navê “Guje Çemê Me” dibêje. Gotinên stranê ji hela Îbrahîm Feqe û Şêro Hindê ve hatine nivîsandin. Her wiha awaza stranê jî dîsa weke her car ji hela muzîkjenê navdar Mehmûd Berazî ve hatiye çêkirin.

Hûn dikarin klîpê li ser hesabên youtube yê Hunergeha Welat temaşe bikin. Lînka klîpê li jêr e;

https://www.youtube.com/watch?v=U6xj_4ACGRA&t=3s

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.