Bi amadebûna hejmareke zêde ya welatiyan, hunermend û aliyên peywendîdar, merasîma vekirina Navenda Çand û Huner a Serqela doh hate lidarxistin. 

Li bajarokê Serqela yê navçeya Kifrî yê Germiyanê, merasîma vekirina Navenda Çand û Huner a Serqale hate lidarxistin. 

Merasîm bi axaftina berpirsê Navenda Çand û Huner a Serqela Hewraman Celal dest pê kir: “Em vekirina Navenda Çand û Huner a Serqela radigihînin. Huner û çand li deverên quncik û bajarokan pêwîstiya jiyan û zîrekiyê ye, karkirina di vî warî de li bajarokan ji bajarên mezin gelek zehmehtir e.” Her wiha wî got; “Ev navend di esasê xwe de ji bo danasîna ciwanên me di warê çand û huner de û handana wan ji bo pêkanîna armancên xwe ye. Emê bi alîkariya Rêxistina Hevkariya Elmanyayê dewam bikin û ev navend dê bibe duyemîn ofîsa Rêxistina Pêşketin û Çandê.”

Nimûneyeke weke Serqele tine ye

Piştre Berpirsê Melbenda Germiyan ya YNK’ê Salar Mehmûd jî di merasîma vekirinê de axivî û got: “Serqela yek ji girîngtirîn navendên jiyanê ye. Serqela xwedî serpêhatiyeke bênimûne ye. Bajar, navçe û bajarok ne bi zêdehiya şêniyê ne, lê bi tevger û helwestên xwe tên naskirin. Serqela xwedî nîştecihên bênimûne ye. Emê bi saziyên hunerî û wêjeyî re hevkariyê bikin. Huner çiqasî pêş bikeve em ewqasî pêş de diçin.”

Bila navend bibe mala hunermendan

Her wiha Rêveberê bajarokê Serela mamoste Teha jî got; “Hebûna vê navendê piştgiriyeke ji bo ciwanên herêmê ku dikarin şarezayiya xwe di vê navendê de pêş bixin. Hêvîdarim ev navend bibe mala hemû hunermendên bajarok û gundên derdorê. Ji bo ku ruhê biratî û pêkvejiyanê li ser sînoran xurt bikin û xizmeta çand û hunerê gelê xwe bikin.”

ROJNEWS/GERMIYAN