Gava mirov berê xwe bide wêneyên salên 50, 60 û 70´yî yên ji Silêmaniyê, mirov ileh rasta navekî tê û ew nav jî Photo Rafiq (Foto Refîq) e. Niha du ciwan di ser hesabên Instagram û Facebookê hewl didin ku karên Photo Rafiq, yanî yên hostekarê wênegiriyê Refîq Mehmûd Efendî bêhtir xuya bikin. Em nizanin ka elaqeyeke çawa di navbera Rafiq Studio (ku di salên 1920´an de wêneyên Şêx Mehmûd Berzencî girtine) û Photo Rafiq de heye, lê em dizanin ku Refîq Mehmûd Efendî hem ji muhimtirîn wênegirên Kurdistanê bû û hem jî wê dereke bi temamî bi wêneyan belge kiriye. Ew sala 1934´an hat dinê û wî par wefat kir.

Tevî ku ji wênegirên herî mezin ên Kurdistanê ye jî, nexasim di çapemeniya Başûr de ew hîç nayî dîtin. Ev her du ciwan jî dixwazin bi qedrê hunerê Refîq Mehmûd Efendî bê zanîn. 

Ev ciwan gazinan dikin ku di dîroka Kurdistanê de ji bo çapemeniya mainstream a Başûrê Kurdistanê tenê aliyê eskerî heye, û ew dixwazin bi vî rengî bi bîr bixin ku mîrasa çandî ya Kurdan ji şerî û wêde diçe.

SILÊMANÎ