Ji bo rastiya Kobanê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 1 Mijdar 2021 - 23:19

  • Ozlem Yaşar: Mijara film, şerê bajêr ê Kobanê ye. Di dema girtina dîmenên filmê de em gelek caran rastî gef û êrişan hatin. Deverên ku em lê diman hatin topbarankirin, balafirên keşfê yên Tirkiyeyê li ser me digeriyan û li deverên ser sînor jî pirî caran gef li me dihatin xwarin. Heta gelek caran gule li me reşandin.

NAZIM DAŞTAN  / MA/KOBANÊ 

Serketina li dijî DAIŞ’ê bi berxwedana Kobanê re di dîroka têkoşînê de rûpelekî nû vekir. Berxwedana li bajêr ku bi mehan dewam kir û çav û guhên cîhanê hemûyî li ser bûn, niha bi navê “Kobanê” di sînemayê de cihê xwe girt. 

Derhênera filmê  Ozlem Yaşar dibêje, ruhê ku serkeftina Kobanê afirandî rastî ye û wî ji xwe re erk û wezîfe hesibandiye ku vê rastiyê bi huner darîçav bike.

Bi munasebeta 1´ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê film hat ragihandin. Derhênera filma “Kobanê” Ozlem Yaşar têkildarî mijarê axivî. 

Ozlem Yaşarê beriya bi heft salan ragihandina Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist û got, gelên li vê herêmê bi armanca bersivdayîna pirsa “gelo em ê çawa bikarin sîwanekê ava bikin ya ku em hemû bi hev re li binê wekhev û azad bijîn” hatine gel hev. Yaşar dibêje, ev pergal dikare ji tevahiya mirovahiyê re bibe mînak. Yaşar bi bîr xist ku DAIŞ’ê piştî qirkirinên li Mûsil û Şengalê, berê xwe da Kobanê û êrişî pergalê kir. 

Ji bo cîhanê bû hêviyek

Ozlem Yaşarê got ruhekî ku statûkoya heyî red dike û dibêje; “jiyaneke cudatir pêkan e’” derketiye holê: “Serhildan hêzeke wisa bû li dijî qirkirin, tinekirin û zextên li dijî Kurdan digot; ‘yên ku li vir em in, bi salan e em li ser vê xakê dijîn û me pêşengî ji şaristaniyan re kiriye.’ Kobanê veguherî ruhekî wisa ku her kesa ev hest pê re bû xwedî lê derket. Li dijî DAIŞ’a ku hêzên xwedî dewlet jî pê nedikariyan û li serê cîhanê hemûyî bûbû bela, hejmareke kêm a mirovan ên bêçek [-ên giran] mal bi mal, kolan bi kolan û tax bi tax têkoşiyan. Wan, ev hêz nîşanî cîhanê da. Lewma ji bo mirovahiyê hemûyî bû hêviyek.” 
 
Rola xwe bi xwe kirin

Ozlem Yaşarê da zanîn ku dîmenên filmê hemû li Rojava hatine girtin û wek cih jî bi taybetî Kobanê hatiye bikaranîn:

“Hema hema her kesa ji bo filmê bi min re xebitî, bi ev şer li wan qewimiye. Gelek kesên di filmê de, rola xwe bi xwe kirin. Wek lîstikvanên alîkar di beşên rewşa şer de, koçberî, vegera li bajêr û şerê piştre de gelek caran xuya dikin. Li hêla din, gelek kesên wê demê di nava refên YPG û YPJ’ê de cih digirtin, di filmê de aktor in. Kesên bi rola xebatkarên tenduristiyê, dayikên ku li eniyên paş ji şervanan re xwarin çêdikirin, kesên ku şervanên şehîd vedişartin û wekî din, rola xwe bi xwe dikirin. Yek ji lehengên filmê Gelhat e û kesê ku rola wî dikir, Awar Alî ye. Wî hevalî jî di nava vê pêvajoyê de cih girtibû. Her wiha kesên di nava koma Şemsî Şîmal de cih digirtin jî di filmê de hene.”

Film li Kobanê çêkir 

Derhêner Ozlem Yaşarê anî ziman ku yek ji tiştên herî zêde ruh bi filmê tînê û mirov bikare herî zêde hîs bike jî mekan e:

“Lewma me dîmenên filmê li Kobanê girtin. Li wir hêj niha jî şopên şer pirr zindî ne. Hema hema her cihî, em rastî şopên şer dihatin. Me şahidî kir li kesên li wir birîndar bûne, kesên li wir jiyana xwe ji dest dane. Me hewl da film, li mekanê şer lê qewimî, çêkin. Bêguman vê yekê berpirsyariyeke hestî jî bi xwe re anî. Me hewl da tişta heyî bi rengekî herî baş û herî rast nîşan bidin. Esas, mirov dikare bibêje ku sînema ji hêlekê ve jî şêweyekî şirovekirina cih e.”
 
Êriş dibûn wan film çêdikir

Ozlem Yaşarê li ser zehmetiyan jî got, “Zehmetiya me ya herî mezin êriş bûn. Çêkirina filmê di dema êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de kete rojeva me. Lê me ji neçarî projeya xwe bi paş ve xist. Mijara filmê, şerê bajêr ê Kobanê ye. Dema filmê jî bi gelemperî zivistan e. Di dema girtina dîmenên filmê de em gelek caran rastî gef û êrişan hatin.

Deverên ku em lê diman hatin topbarankirin, balafirên keşfê yên Tirkiyeyê li ser me digeriyan û li deverên ser sînor jî pirrî caran gef li me dihat xwarin. Heta, gelek caran gule li me reşandin. Lê tevî zext û gefan hemûyan jî me filma xwe çêkir. Li gel van zehmetiyan, pandemiyê jî kir ku filma me hinekî vemîne û pirsgirêk derkevin.” 

Li vir naqede

Ozlem Yaşarê bi bîr xist ku gelek derdor berxwedana Kurdan a li Kobanê wek berxwedaneke ji bo mirovahiyê pênase dikin û wiha peyivî: “Li gorî me ev pênaseyeke rast e. Vê berxwedanê baş nîşan da ku heke mirovahî bi hêvî be, wê demê serketin her tim pêkan e. Mirovahiyê bi ragihandina 1´ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê re ev nirx nîşan da. Me jî hewl da filma vê berxwedana dîrokî çêkin. Ev film dê bibe tiştekî yekemîn. Bêguman ev dê ya dawî nebe. Ji ber ku serpêhatiya her kesê li vir şehîd bûye, berdêl da ye, birîndar bûye û her kesa ku li vir ked daye, hêjayî filmekê ye. Berxwedana Kobanê dê bibe mijara film û stranên berxwedanê.”

Komuna Filman a Rojava jî çêkera filmê ye. Rojnamevan û nivîskar Medya Doz û Ozlem Yaşar senoryaya filmê nivîsandine. Film li ser pêvajoya êrişa DAIŞ’ê ya 2014’an ya li dijî Kobanê û şerê piştî wê ye. Di gelek beşên filmê de dîmen li Kobanê, Tebqa û Firatê hatine girtin, gelek sînemagerên Komuna Filman a Rojava, înternasyonalîst û Kurd tê de cih girtine. 

Yên ku filmê mereq dikin, dikarin li ser van hesaban bişopînin:“instagram.com/kobanefîlm, twitter.com/kobanefîlm, facebook.com/kobanefîlm”.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.