• Hunermend Rewşan Çelîker û Tara Mamedova bi hev re strana bi navê "Xuçê" çêkirin. 

Hunermend Rewşan Çelîker û Tara Mamedova bi hev re strana bi navê "Xuçê" çêkirin. Her du hunermend dibêjin, ew vê stranê diyarî tevahiya jinên di jiyana xwe de dikin.  

Mamedova gotinên stranê nivîsine, Rewşanê jî beste û muzîka wê çêkiriye. 

Her du hunermend jî dibêjin, ew vê stranê diyarî jinan dikin. Wan xwestiye bi vê stranê “qedrê xwişkbûnê bînin ziman.” 

Rewşan û Tara xwestine ku ev stran qîmeta xwişkbûnê bîne ziman:  "Hevgirtina jinan hêza xwe ji têkiliya xwişkbûnê digire. Ev têkiliya xef, belkî jî digihîje heta serdema ku jin pîrebokên zana, hûnermend û şîfakar bûn. Mixabin ev têkiliya xwişkbûnê ku me li cem hev diheband, di nav demê de qels bûbe jî, bi temamî wenda nebûye. Ji ber ku em ew pîrebokên bi hêz in ku hîna jî stranan dibêjin, govendê digirin û bi dilovanî hev du hembêz dikin. Em hewl didin ku têkiliya di navbera xwe de zexm bikin. Em vê ji bo xwe, ji bo me, ji bo dinyayeke baştir dikin.

Ji ber ku em welatê hev in, axa hev in û strana Xuçê bi van hest û ramanan hat çêkirin."

Strana "Xuçê" bi belavkariya Believe Labelê li ser platformên dijîtal ên muzîkê hatiye weşandin.  

MA/STENBOL