• PEN’a Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê bi beşdariya gelek kesan ji bo nivîskarên di zindanan de roja îmzeyê li dar xist. 

PEN’a Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê bi beşdariya gelek kesan ji bo nivîskarên di zindanan de roja îmzeyê li dar xist. 

Di bernameya îmzekirinê de pirtûkên Fecrîye Benek, Delîl Payiz, Rojbîn Perîşan, Evdê Cano, Nezîr Çakan, Yaşar Aslan, Mem Farqînî, Mahîr Bagok, Cengiz Eker û İlhan Dayan hatin îmzekirin. 

Gelek nivîskar û Helbestkar her wiha Parlamentera HDP'ê Pero Dundar û Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu beşdarî çalakiya li Şaxa KESK'ê ya Mêrdînê bûn. Di roja îmzeyê de pirtûkên nivîskaran ji aliyê pênc nivîskarên Kurd ve hatin îmzekirin. Piştre nivîskarên pirtûk îmze kirin û nivîskarên ji bo lidarxistana bernameyê ked dan, plaket wergirtin. 

Nivîskarên beşdarî bernameyê bûn, bang kirin da ku xwedî bê derketin li berhemên nivîskarên di zindanan de. 

Bernameyeke din a roja îmzeyê ya nivîskarên di zindanan de wê li Êlihê bê lidarxistin. 

JINNEWS/MÊRDÎN