Ji bo mîsogeriya hiqûqî divê tecrîd rabe
Duşem 5 Tebax 2024 - 02:10
Muhîttîn Mûgûç ê OHD'î tecrîda domdar a ku ketiye dilqê êşkenceyê li ser Rêber Ocalan bi bîr xist, diyar kir ji tecrîdê armanc ew e ku pêwendiya Ocalan a bi gel re qut bikin û wiha muxatabiya Ocalan a di çareserkirina pirsa Kurd de ji holê rakin. Mûgûç her wiha got çi kesê ku mîsogeriya hiqûqî dixwaze divê li ber tecrîdê rabe.
Ev 41 meh in dewleta Tirk a dagirker hiqûqa xwe ya û navnetewî binpê dike û nahêle Rêber Abdullah Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne. Ji 21’ê Adara 2021’an ve xeber ji Rêber Ocalan nayê, ku 21’ê Adara 2021’an bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtineke kurt kiribû.
Li dijî vê tecrîda bi rengê êşkenceyê di serî de CPT, saziyên navnetewî ji bo berjewendiyên xwe, bi fikara ku têkiliyên wan ên Tirkiyê xira nebin dengê xwe dernaxin û dibine şîrîkê vê hovîtiya ku di şexsê Ocalan de li ser Kurdan tê kirin.
Dixwazin pêwendiya Ocalan ji gel qut bikin
Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Mûhîttîn Mûgûç, têkildarî tecrîda mutleq û bêdengiya saziyên navneteweyî axivî. Mûgûç bilêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an ve didome û got ku mafên girtîbûnê yên Abdullah Ocalan nayên pêkanîn. Mûgûç bilêv kir ku armanca sereke ew e ku pêwendiya bi gel a Abdullah Ocalan ê di warê çareserkirina meseleya Kurd de wekî muxatab tê dîtin, bê qutkirin.
Pêvajoya berdest ji ya 1999’an ne qut e
Mûgûç pêvajoya ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin wekî "karesateke hiqûqê" wesifand û got: "Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) heye. Ger îhtimala darvekirina welatiyekî hebe, teqez divê bê hiştin ku biçe welatekî ewle. Anîna wî ya Tirkiyeyê bi xwe jî nîşan dide ku saziyên navneteweyî an jî hiqûqî bê çi qas qels mane di warê afirandina derdoreke ewle de. Em nikarin pêvajoya niha li derî ya sala 1999'an bihêlin. NY û qada navneteweyî dikarin pêşî li ber vê bigirin, lê mixabin nakin."
Ji bo aramiyê divê tecrîd rabe
Mûgûç destnîşan kir êrişên vê dawiyê yên li ser zimanê Kurdî û çanda Kurdî ne li derî tecrîda Îmraliyê ne û got: "Gava li Îmraliyê hevdîtin çêbibin, wê pirsgirêkên bi vî rengî bên çareserkirin. Wê ev hevdîtin di warê siyasî, aborî de xwe li her derî bide der û wê derdoreke aram biafirîne." Mûgûç bilêv kir ku kesên dixwazin di warê aborî de aramiyek çêbibe, wekhevî û mîsgorîyeke hiqûqî çêbibe û welatekî demokratîk dixwazin divê di warê tecrîdê de xwedî gotin bin û got: "Ji bo hevdîtina bi muxatabê meseleya Kurd re, divê rêyên hevdîtinê bên vekirin."
MA/AMED