Di 3’ê Çileyê de meşa azadiyê
Pêncşem 2 Çile 2025 - 02:55
Çalakiya nobedê ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin di roja xwe ya 11’emîn de didome. Jinên beşdarî nobetê bûn banga tevlîbûna meşa ku wê Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan beşdar bibin, kirin.
Em li qadan in
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû diyar kir ku bi rojan e li ser erka xwe ne û got:"Wezîfeya me ew e ku em weke yek bedenê li ber xwe bidin û piştgiriyê bidin têkoşîna gelê xwe yê li wir canê xwe feda kirine. Ez di serî de bang li gelê Ereb û Kurd dikim ku beşdarî meşê bibin. Em bêjin dev ji rijandina xwîna li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li Sûriyê berdin."
Li dijî êrişan rawestin
Parlamentera DEM'ê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan da zanîn ku gel bi rojan e nobetê didomîne û got:“Em dibînin ku roj bi roj tevlîbûna nobedê zêde dibe. Li Rojava li dijî Rêveberiya Xweser a ku bi salan bi kedeke mezin hatiye avakirin, êrîş tê kirin. Pirsûs Rojava ye. Helbet kesên li vir dixwazin dawî li êrişan bê anîn. Di 3'ê Çile de bi ruhê Kobanê yê sala 2014'an wê meşek bê lidarxistin. Ev banga me ji hemû gelê me re ye, em pergala ku gelê Kurd bi kedeke mezin ava kiriye biparêzin û li dijî êrîşan bisekinin.”
Em li gel Rojava ne'
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Fatma Aktaş jî got: “Min ciwanên xwe şandin Kobanê. Em ê her tim li cem gelê xwe yê Rojava bin. Heta ku êrîş rawestin em ê li vir bin. Em ê di 3'ê Çile de meşeke mezin pêk bînin. Ji kal heta ciwan divê her kes beşdar bibe."
Em piştgiriyê bidin şoreşa jinê
Aktîvîsta TJA’yê Edle Fîdan têkildarî girîngiya nobedê agahî da û got:“Em piştgiriyê bidin şoreşa jinê ya li Rojava. Di pêşengiya jinan de destkeftî hene. Encam çi dibe bila bibe, divê jin dev ji vê statuya ku bi dest xistine bernedin. Meşa ku em ê li dar bixin ji bo aştiyeke bi rûmet û rêberê azad e."
Berdêlên mezin hatin dayîn
Endama Meclîsa Şaredariya Pirsûsê Felek Kaplan diyar kir ku ji bo şer bi dawî bibe nobedê digirin û got:“Em ê weke gel her tim Rojava biparêzin. Rojava rûmeta me ye, li wir bedelên mezin hatin dayîn. Meşa me çiqasî mezin bibe, wê ewqasî peyama me xurtir be. Em ê bi hev re bi ser bikevin.’’
Çareserî aştî ye
Hevseroka ÇUKAY-DER'a Mêrsînê Guler Koştî jî got:“Divê Tirkiye dev ji têkiliya bi çeteyan re berde. Dilê me şewitî, nehêlin yên din dile wan bişewite. Ez hêvî dikim ku çareserî pêk were û hemû girtiyên me azad bibin. Çareserî aştî û wekhevî ye.’’ Hevseroka DBP’ê ya Navçeya Pirsûsê Naîde Baran diyar kir ku divê her kes beşdarî meşê bibe û got:“Ji bo li Rojava xwîn nerije wê meşek bê lidarxistin. Em li bendê ne ku hemû gelê me bi taybet Pirsûs tevlî meşê bibe."
JINNEWS/DERYA REN