Divê em pêngavê bi ser bixînin

Duşem 30 Kanûn 2024 - 03:15

  • Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku pêngava ji bo azadiya Rêber Apo di sala 2024'an de encamên girîng bi xwe re anî û got, pêngav di sala 2025'an de divê bigihêje encamê.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik têkildarî bûyerên di nava sala 2024'an de qewimîn û armanc û bendewariyên ji sala 2025'an ji ANF'ê re axivî û li ser pêngava ji bo azadiya Rêber Apo, çalakiyên di çarçoveya vê pêngavê de hatin lidarxistin û asta pêngavê ya sala 2025'an daxuyaniyên girîng da. Beşa destpêkê ya hevpeyvîna bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik re bi vî rengî ye:’’Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd destpê kir û niha jî di vê çarçoveyê de dewam dike. Ev pêngav ji aliyê hêzên çep, sosyalîst, demokrat û azadîxwazan ve hate plankirin û destpêkirin ku em weke dostên Kuredan binav dikin û ji bo pirsgirêka Kurd hestiyar in û bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de ne. Dîsa ciwan û tevgerên ciwanan jî bi awayekî xurt beşdarî pêngavê bûn. Eger em navên wan bihêjmêrin, sendîkayên karkeran, şaredaran, ekolojîstan, enternasyonalîstan, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, hunermend, fîlozof, hiqûqnas, aliyên baweriyan û gelek aliyên ku em dikarin hê jî navên wan bihêjmêrin, beşdarî pêngavê bûn. Jixwe em weke tevger û gel ji destpêka komploya navneteweyî heta niha ji bo têkbirina komployê, dawîkirina pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava têkoşîna bênavber de bûn. Tevgera me di vê çarçoveyê de bi navên cuda pêngavan da destpêkirin. Çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” berteka ewil û her tund a li dijî komploya navneteweyî bû. Ev derketina dîrokî hem hejandineke mezin afirand û hem jî xeta têkoşînê diyar kir. Têkoşîna ku piştî vê pêş ket, her tim di vê xetê de bû. Niha ev têkoşîn weke Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî dewam dike. Weke ku tê fêmkirin, têkoşîneke bênavber heye. Ez dikarim bibêjim ku têkoşîna li dijî komploya navneteweyî bi Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî re gihiştiye lûtkeyê û gelekî nêzî armanca xwe bûye. 

Gihişte asta gerdûnî

Têkoşîna li ser esasê Rêber Apo gihiştiye asta gerdûnî. Lê asta ku bi Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî re derket, ji vê zêdetir e. Li gel hestên wîjdan û edaletê beşdarbûneke îdeolijîk miijarê gotinê ye. Em dibînin ku ev beşdarbûna îdeolojîk bi lez belav dibe û mezin dibe. Her kesên ku Rêber Apo nas dikin û parêznameyên wî dixwînin bandor dibin. Dikevin nava lêpirsîneke û dibînin ku bersiva lêgerînên wan li vir e. Ev yek di jin û ciwanan de zêdetir li pêştir e. Ev nêzîkatiya jin û ciwanan pir girîng e. Ji ber ku jin û ciwan du beşên civakê ku herî zêde pirsgirêka azadiyê dijîn û lêgerîna wan a azadiyê kûrtir in. 

Pêwîste derbarê tecrîda mutleq de jî qala çend xalên girîng bikin. Rêber Apo di hevdîtina 23’ê Cotmeha 2024’an de diyar kir ku tecrîda mutleq dewam dike. Pir eşkere ye ku ji ber tirsa xwe ya ji fikrên Rêber Apo, tecrîda mutleq pêk tînin. Lê ya ku di esasa xwe de li vir tê tecrîdkirin em in. Yên ku tecrîda mutleq pêş dixin ne armanc dikin ku Rêber Apo ji me mehrûm bikin, armanc dikin ku me ji Rêber Apo mehrûm bikin. Em pir baş dizanin ku di Rêber Apo de hişmendiya azadiyê pir kûr e. Ne zîndan û ne jî tişteke din nikare Rêber Apo ji jiyana azad mehrûm bike. Pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ku bikeve sala 27’an îspata vê rastiyê ye. 

Piştevaniyeke demokratîk pêk hat

Heta niha di çarçoveya Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî de xebatên girîng hatin kirin. Li gelek cihên cîhanê gelek çalakî û bername hatin lidarxistin. Hema hema tu welat nemaye ku lê çalakî û bername nehatibin lidarxistin. Li Kurdistanê gelê me rabûn ser piyan û bi çalakiyên cuda beşdarî Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî bûye. Li Bakûr jî gelê me tevî hemû astengî û êrîşên faşîst jî bi çalakiyên weke meşên azadiyê beşdarbûneke xurt pêş xistiye. Beşdarbûneke girîng a gelê me yê Başûr û Rojhilat jî çêbûye. Em bi boneya sala nû careke din spasiyên xwe pêşkêşî dost, jin, ciwan, hêzên şoreşger ên demokrîk û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dikin. Dema spasiyên xwe diyar dikin, dixwazim 69 rewşenbîr, hunermend û zanistvanên xelatgirê Nobetê bi bîr bînim. Bi beşdarbûna Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî re hêzên demokratîk ên şoreşger ên li dijî pergalê hatin ba hev. Entelektuel jî di nav de ne. Dikare bê gotin ku piştî sîh-çil salên dawî cara ewil di vê çarçoveyê de piştevaniyeke demokratîk pêk hat. Di heman demê de pêwîste balê bikşînin ser xwendina parêznameyan a li ser navê “Xwendinên Azad.” Ev jî bû xebatek girîng. Bê guman, zindan yek ji qadên ku pêngavê xurt kir e. Helwest û berxwedana girtiyên siyasî bandor li gelê me dike û wan dixe tevgerê. Dîsa Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî bûn yek ji hêzên ku herî zêde pêngavê pêş xist. 

Armanc biencamkirina pêngavê ye

Tişta ku divê ji niha û şûnde bê kirin jî xurtkirina pêngavê û gihandina wê ya armanca xwe ye. Di sala xwe ya yekemîn de hat dîtin ku pêşketinên girîng tên pêkanîn û encam têne girtin. Nirxandin û biryar girtina li ser qanûna mafê hêviyê ya ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve yek ji van e. Dîsa hevdîtina bi Rêber Apo re wisa ye. Ev hemû nîşan didin ku Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî bi armancên xwe ve pêş dikeve. Wê demê tişta ku divê bê kirin xwe gihandina dawiya vê rêyê ye, yanî encamkirina pêngavê ye. Di vê çarçoveyê de pêwîste gelê me û hemû dostên wan zêdetir beşdarî pêngavê bibin. Kadroyên PKK û KCK’ê, welatparêz û sempatîzanên me pêwîste di çarçoveya pêngavê de zêdetir birêxistin bibe û ji bo qezenckirina zêdetir dostan zêdetir bixebite. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.