Nobeta aştî û heqîqetê digirin

Pêncşem 2 Çile 2025 - 02:35

Nobeta li ser sînorê Pirsûs Kobanê ya li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bê navber dewam dike. Dayikên tevli çalakiya nobetê dibin dan zanîn bila kes ji ser axa xwe koç nebin û wiha gotin:”Heta şer bi dawî nebe û êrîşên li ser gelê me yên li Rojava bi dawî nebe, em ji vir naçin û em ê nobeta xwe berdewam bikin.”

Rêxistin û saziyên TJA, DBP û DEM Partiyê de, di 23’yê Kanûnê de, li ser sînorê Pirsûs Kobanê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û ji bo piştgiriya gelê Rojava dest bi nobeta sînor kirin. Nobeta sînor bi tevlêbûna sazî, rêxistin û partiyên siyasî berdewam dike. Rêveber û nûnerên partî û rêxistinên civakî her rojê ji navçe û bajarên cuda tên ser sînor û piştgiriyê didin çalakiyê. Dayikên Aştiyê û nûnerên TJA, DBP û DEM partiyê her rojê komek li ser sînor tev li çalakiyan dibin û nobetê berdewam dikin. Gelek dayikên ku ji Riha û bajarên cuda hatine ji destpêkê heta niha li ser sînor nobetê digirin. Dayikên ku 10 roj in li ser sînor nobetê digirin li ser armanca xwe axivîn.

Bila kes koçber nebe

Rêvebera MEBYA-DER’ê ya Mêrsînê Gulsaran Koştû ku ji Mêrsînê hatiye Rihayê û nobetê digire, li ser armanca çalakiya li ser sînor axivî û wiha got: “Ev êşa ku me dîtiye, em naxwazin gelê me yê Kurd, welatparêz û gelê Pirsûsê dîsa vê êşê bibîne. Em naxwazin DAIŞ û komên din dîsa têkeve Kobanê. Ji ber ku DAIŞ mal û milkê gel talan dike. Dest davêjê nirxên gel. Em naxwazin DAIŞ têkeve Kobanê. Li dijî talankirin, êrîş û tundiya li ser gelê Rojava em li vir nobetê digirin. Em dixwazin, hikûmet piştgiriyê nede DAIŞê. Em dixwazin hikûmet destûr nede DAIŞ têkeve Kobanê. Em dixwazin jin, zarok, kal û pîr nemirin. Bila dîsa kes ji ser axa xwe û mala xwe koçber nebe. Bila her kes li mala xwe û axa xwe bijîn. Bila di demsala zivistanê de keç koç nekin.”

Em dev ji axa xwe bernadin

Yek ji dayikên ku li ser sînor nobetê digere Nebile Aslantekin jî anî ziman ku ew ji bo aştiyê hatine û wiha got: “Em ji bo aştiyek mayinde hatine ser sinor. Em dixwazin aştî pêş bikeve. Niha mirovên me koç bûne û di çadiran de dijîn. Çelê zivistanê di çadiran de dijîn. Xal û xatiyên min tev li bin xetê dijîn. Tev di çadiran de dijîn. Tev perişan bûne. Mirovan ji malên wan derdixin û dest datînin ser malên wan. Ev heqaretek mezin e. Em li dijî neheqiyê ne. Em dixwazin her kes di malên xwe de bijîn. Em li dijî neheqiyê ne. Em aştiyê diwazin. Em dayik in. Em naxwazin dilê tu dayikan bişewite. Em li gel xizmên xwe diaxivin dibêjin ‘Ew çi bikin em axa xwe bernadin. Me bikujin jî, îşkence jî bikin û em koç bibin jî em axa xwe bernadin. Em mirin jî bila em li ser axa xwe bimirin’.”

Em ji bo Kobanê li vir in

Dayika bi navê Eşyan Can ku li ser sînor nobetê digire jî, bi van gotinan daxwazên xwe anî ziman: “Em aştiyê dixwazin. Bila dilê kesî neşewite. Em ji bo Kobanê li vir in. Zarok û mezin di çadiran de diijîn. em li vir nobetê digirin. Em ji bo aştiyê li vir nobetê digirin. Em vê zilm û neheqiyê qebûl nakin. Em aştî û azadiyê dixwazin.”

Em ê nobeta xwe dewam bikin

Ji dakiyên ku 9 roj in li ser sînor nobedê digire Ferîde Demîr jî anî ziman ku ew 9 roj in li ser sînor nobedê digirin û wiha got: “Êrîşên li ser gelê Rojava didome. Malbatên me, xizmên me li wir in. Em bi têlan hatine parçekirin. Bi têl û mayînan em kirine du parçe. Xwişk û bira kirine du parçe. Bi salan e li ser xizmên me êrîş hene. Bi balafirên bê mirov êrîşî wan dikin. Wan li cih û warên wan dikijin. Bi balafirên bêmirov xaniyên wan xera dikin. Li depoyên genim dixin. Li nexweşxaneyan dixin. Zarok di bin zilmê de dijîn. Ji ber êrîşên li ser Rojava em jî li vir nearamin. Heta şer bi dawî nebe û êrîşên li ser gelê me yên li Rojava bi dawî nebe, em ji vir naçin û em ê nobeta xwe berdewam bikin.”

AJANSA WELAT /RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.