Ji bo mamoste Zara kampanyaya îmzeyan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 11 Çile 2022 - 22:03

  • Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber ku zarok hînî Kurdî dikirin, 5 sal cezayê hepsê li mamoste Zara Mihemedî hatibû birrîn.

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber ku zarok hînî Kurdî dikirin, 5 sal cezayê hepsê li mamoste Zara Mihemedî hatibû birrîn. Zara Mihemedî di 8’ê Çileyê de hate girtin û ew xistin hepsa Sineyê.

Rêxistina Efûya Navneteweyî ji bo Zara Mihemedî li ser change.org kampanyaya îmzeyan da destpê kirin. Rêxistina Efûyê ji bo Zara Mihemedî got, ti sucê wê tine ye û têkiliya wê bi rêxistinên siyasî re jî çênebûne: “Em ji saziyên mafê mirovan, ji aktivîstên civakî, ji mirovên bi rûmet, ji Kurdên li dinyayê dixwazin, ew bibin dengê Zara Mihemedî û lê xwedî derkevin.”

Hedefa kampanyaya ji bo Zara Mihemedî 10 hezar îmze ne. Heger bi qasî vê hejmarê îmze werin komkirin, ji bo Zara Mihemedî wê baş be. Dema me nûçe amade dikir hejmara îmzeyan gihiştîbû 8 hezar û 882 îmzeyî.

Kesên bixwazin ji îmzeyê dikarin li malpera change.org binihêrin û daxwaznameya ji bo Zara Mihemedî îmze bikin:

https://www.change.org/p/amnesty-international-free-zara-mohammadi

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.