Li Bakurê Kurdistanê wê komek çalakiyên bi daxwaza fermîkirina zimanê Kurdî bên lidarxistin.
Tora Ziman û Çanda Kurdî van çalakiyan organîze dike. Daxwaza çalakiyan ew e ku Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê.
Xwepêşandana pêşî wê 3´yê Hezîranê li navçeya Şirnexê Cizîrê be. Çalakiya li Wanê wê 4´ê Hezîranê û ya li Amedê jî 7´ê Hezîranê li dar bikeve.
NAVENDA NÛÇEYAN