Ji bo ku xeyalên Zarokan zindî bibin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 10 Tebax 2022 - 22:06

  • Komeleya Berî Hert Tiştî Zarok, projeyeke nû da dest pê kirin û zarokan hinî çêkirina anîmasyonan dike. 

Komeleya Berî Hert Tiştî Zarok, projeyeke nû da dest pê kirin û zarokan hinî çêkirina anîmasyonan dike.

Komele dibê je, “Em bi hêcan radigihînin ku me dest bi projeya Rêwîtîya Ber Bi Cîhana Anîmasyonê ve kir.

Em bi vê projeyê pênc kargehên li jêr rêzkirî bi beşdarîya pisporan û zarokan didin destpêkirin:

- Afirandina Karakteran û Bi Rêya Xêzan Hevdîtina Li Cîhana Zarokan

- Nivîsîna Senaryoyan

- Kişandina Fotograf û Vîdeoyan

- Anîmasyona 2D

- Anîmasyona 3D

Em dê ji bo desteka cih û ekîpmanên van kargehên ku dê bi beşdarîya 15 zarokan bi Kurdî pêk werin, pêşî bi Dibistana Sanayîyê ya Amedê û Anîma Produksîyonê û wekî din jî bi ZarokMa û Kooperatîfa Perwerdeya Ziman û Huner a Ankayê re hevkarîyê bikin.”

Proje wê salekê bikişîne û berhemên zarokan wê bi rêya aktîvîteyekê werin parve kirin.

Komele ji bo armanca xwe dibêje, “Em dixwazin, ji bo zarokên bidezawantaj ên li sazîyên perwerdeyê yên dewletê, kargehên afirîner organîze bikin. Em dixwazin bikin ku zarok cîhana anîmasyonê nas bikin û bi vî awayî destekê bidin ku ji xwe re xeyalan saz bikin, projeyan amade bikin û anîmasyonan çêkin. Em ê ji bo kargehên anîmasyonê yên ku dê tevkarîya perwerdeya zarokan bikin, xebatên model çêkin û wan xebatan bi sazîyên têkildar re parve bikin. Em ê anîmasyonên zarokan berhev bikin, bi gel re parve bikin û derbarê xebatên cuda yên zarokan de lêhaybûnê ava bikin.”

Yekîtîya Ewrûpayê û CultureCIVIC: Bernameya Piştgirîyê ya Çand û Huner desteka malî dide projeyê.

Ji navnîşana li jêr, mirov dikarin miracaet bikin:

https://oncecocuklar.org.tr/ku/serrupel/

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.