Ev qaqilkê mîdyeyeke taybet û kêmdîtî ye. Navê wê mîdyeyê zanistî “Tridacna squamosa” ye. Ev qaqilk xweşik hatiye verotin û li serê rûyê insanekî jî hatiye çêkirin. Tevî xemlên xweşik û diyar, ew ji bo xemleke çavan weke xarûfkê hatiye bikaranîn. Ev “qotîka” xemla çavan, mirov dikare weke yekê ji kildankên kevnar bi nav bike. Ew ji serdema fenîkeyiyan maye û gelekî muhtemele ku li Lubnan yan jî Sûriyeya îro hatibe çêkirin; yanî beriya sedsala 8´an beriya mîladê. Ev nimûne jî ji wan berheman e ku British Museumê di wexta xwe de diziiye û îro nîşan dide. LONDON
© Muteweliyên British Museumê