Ji bo folklora Kurdî 30 salên neşikandî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 24 Gulan 2022 - 21:03

  • Weşanxaneya Aryen ku heta niha gelek berhemên zindaniyan çap kirine, niha jî pirtûka bi navê "Çand û Folklora Kurdî" ya Ehmed Tekîn ê zindanî derxist.

ABDURRAHMAN GOK / MA/AMED

Pirtûka "Çand û Folklora Kurdî" ya Ehmed Tekîn, ji Weşanxaneya Aryen derket. Ehmed Tekîn, di encama xebata 30 salan û lêkolîna bi hezaran materyalan de pirtûka xwe amade kir û hêviya wî ew e ku ev berhem ji bo parastina folklora Kurdî bibe deriyek.

Weşanxaneya Aryen ku heta niha gelek berhemên zindaniyan çap kirine, niha jî pirtûka bi navê "Çand û Folklora Kurdî" ya Ehmed Tekîn ê zindanî derxist. Pirtûka Ehmed Tekîn, di şert û mercên dijwar û kêmderfetiyên zindanê de encama daneheveke teorîk û pratîk a salan e.

Çanda Kurdî bi têkoşîna azadî û berxwedanê watedar dibe. Yek ji wan berxwedêrê ku di nava têkoşîna azadiyê de hem li derve hem jî li zindanê vê watedar dike Ehmed Tekîn e û bi vê berhemê balê dikêşe vê rastiyê. 

Ehmed Tekîn derbarê pêvajoya nivîsandina pirtûkê de dibêje: "Min bi hêza xwe xwest ku ez derbarê çand, folklor, huner û dîroka Kurd û Kurdistanê de agahiyekê bidim. Lê 28-30 salî min li ser vê çandê kêkolîn-lêgerîn kir, min bi qasî 2500 pirtûk, hewqas jî kovar û her roj jî rojname bi taybet quncikên çand, rûpelên dîrokê xwendin. Belgeyên bi Kurdî, belgeyên ku min dixwestin, min pirr kêm bi dest xistin. Lê her çiqasî min nedît jî, lêgerîna van pirsan li min zêde bû hêrs û min daxwaza dîtina bersiva van pirsan kir û min xwe mecbûrî lêgerînê dît."
 
‘Dewlemend û xweser e’

Li girtîgehên Tirkiyeyê heta sala 2001-2002'yan, girtiyan dikaribû teyb û kasetan peyda bikin. Ehmed Tekîn jî ji berhemên ku di wê demê de dane hev, sûd wergirtiye û piştî 30 salan di vê pirtûke de cih daye wan. Zekî Kayar ku ew jî bi dehsalan e zindanî ye û gelek berhem hilberandine, di pêşgotina pirtûkê de wiha dibêje: “Guman tune ye ku ji ber mercên xwezayî, civakî û erdnîgarî folklora her gelî bi qasî ya hev ne dewlemend e. Her wiha bi qasî hev ne resen in û ne otantîk in jî. Ji ber ku di nav gelên Mezopotamyayê de, gelê Kurd jî, gelekî pir qedîm e, bi xwezayî folklora Kurdan jî pir dewlemend e, kevn e û xweser e. Lê wek gelek nirxên me yên din ên madî-manewî, ev nirxa me ya hêja û wek zêr bi nirx jî hêj baş nehatiye lêkolînkirin. Helbet hinek xebat çêbûne, lê li gorî dewlemendî, kûrahî û berfirehiya zargotina Kurdî pirr hindik in.

Hevalê Ehmed Tekîn jî bi salan e milê xwe daye ber vî karê hêja û xebateke berhemdar dike ji bo mayindekirin û parastina folklora Kurdî…”

Di pirtûkê de, di bin serenavê têgehên çandnasiyê, dîroka inyat û nefretê, bandora Îslamê li ser çandê, zimanê çandînas, civak û çanda xweparastinê, ol û amûrên muzîkê, dîwanxane, motîfên helbesta Kurdî, hunerê dengbêjiyê û gelek serenavên din de folklora Kurdî bi gelek hêlan tê nîqaşkirin. 

Ehmed Tekîn kî ye? 

Ehmed Tekîn, sala 1959’an li gundê Nîvila yê ser bi navçeya Dihêya Sêrtê, ji dayik bûye. Di 1965’an de malbata wî koçî Tetwanê kiriye. Piştî ku dibistana seretayî qedandiye, çûye Mêrsînê û li wir di hin karan de xebitiye. Di 1975’an de bi şoreşgeran re têkiliyê dideyne. Gelek caran tê binçavkirin û bi mehan di bin lêpirsînê de dimîne. Di 2003’yan de ji zindanê derdikeve lê di 2004’an de dîsa tê girtin. Cezayê muebbetê lê dibirrin. Li zindanê xebatên xwe yên li ser çand, wêje, ziman, folklor û dîroka Kurdistanê didomîne. Zewicî ye û bavê pênc zarokan e. Niha li Zindana Bandirmayê ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.