Ji bo çareseriyê perwerdehiya bi Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 22 Sibat 2021 - 00:01

Serokê Şaxê Egîtîm Sen a Jimare 1 a Stenbolê, Mesût Mîke, dibêje, qebûlkirina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê li Tirkiyeyê wê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi kêr bê.

Mesût Mîke dibêje, mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî ji ber pirsgirêka Kurd tê astengkirin û wiha dipeyive: "Li holê pirsgirêkeke dijwar heye û Kurd di çarçoveya vê pirsgirêkê de doza perwerdehiya bi zimanê dayikê dikin. Em Egîtîm Sen, vê meseleyê ne di warê siyasî de, di warê pedagojîk de dinirxînin. Heger pirsgirêka Kurd astengyek be li ber vê, naxwe divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Heger pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin, ji bo çareserkirina perwerdehiya bi zimanê dayikê bivê nevê be. Qebûlkirina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê wê alîkariyê bike li çareserkirina pirsgirêka Kurd."

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.