• Em Kurd bi pirranî di saxiyê de pirr bi qedrê hevaltî û dostaniya hev nizanin. Gava em koça dawî dikin, wê gavê em heval û dostên xwe bi bîr tînin û dûr li ser jîyana wan serpêhatiyên wan parve dikin û dinivîsînin. Ev jî pêwîst, baş û di cih de ye.

KERÎM BOTAN

Em Kurd bi pirranî di saxiyê de pirr bi qedrê hevaltî û dostaniya hev nizanin. Gava em koça dawî dikin, wê gavê em heval û dostên xwe bi bîr tînin û dûr li ser jîyana wan serpêhatiyên wan parve dikin û dinivîsînin. Ev jî pêwîst, baş û di cih de ye.

Em çendî li ser şehîdên Kurdistanê binivîsînin jî wê kêm be. Li Ewrûpayê jî van salên dawiyû gelek hevalên me yên hêja yên sî, çil salên xwe di nava tekoşîna gelê Kurdistanê de çûn ber dilovanîya xwedê. Cihê wan beheşt be.

Mîna heval Cûma yê Sorekê, Mele Aydin, Hevalê Nezîr û yên din.

Hevalê Nezîr 12ʼê Mijdara 2021ʼê wefat kir. Heval Nezîr sala 1983ʼyan Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û di tevahiya jiyana xwe de ji bo gelê xwe û tekoşîna wî bê rawestan xebitî.

Yek ji taybetmendiyên Hevalê Nezîr jî ew bû ku ew herdem li dû rastîyê bû. Wî herdem tekoşîna xwe domand, wî rexne jî girtin li kemasiyên di nava sazîyan de û daxwaz dikir saziyên gelê baştir ji bo gel xebatê bikin.

Wî pirr dixwest vegere Kurdistanê. Û li herêma Dersimê bijî. Jixwe ji bo wê yekê jî her tişt amede kiribû, lê çi mixabin bi nexweşiyê ket û demeke dirêj li hemberê wê nexeşîyê li ber xwe dabû.

Heval Nezîr digot; "Gava ez teng dibim, ez hema pirtûka Dr. Nûrî Dersimî dixwînim, di serî de civanên me hemû û gelê me divê vê pirtûkê bixwînê û zanibe ka wan Romên-Tirk çi anîne serê gelê me. Dibê tola gelê Kurdîstanê ji wan Romên- Tirk hilînin."

Li vir divê ez kemasiya saziya herêmê jî bînîm ziman. Saziya me li gora tekoşîna Hevalê Nezîr lê nebû xwedî û merasîmeke mîna tekoşîna wî, pêk neanî.

Hevalê Nezîr tevahiya jiyana xwe ji bo çand, ziman û dîroka Kurdistanê têdikoşiya, lê çi mixabin, di merasîma wî de hevokeke bi Kurdî nehat axaftin.
Hevalên me gava koça dawî dikin, em meleyekî yan jî pîrekî tînin, lê yek duayê bi Kurdî nizanin yan jî naxwazin duayên bi Kurdî bikin li gora bîr û bawerîyan. Ev kêmasiyeke mezin e û divê saziyên Kurd yên baweriyan rojekê beriya rojekê li ser wê rawestin û duayên olî yên bi Kurdî amede bikin.

* Ji bo bibîranîna welatparêzê Kurd Nezîr Guneş hatiye nivîsandin. Guneş 12´ê Mijdara bihurî wefat kiribû.