Ji bo baweriyê divê Rêbertî azad be

Sêşem 7 Çile 2025 - 03:15

  • Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal anî ziman ku ji bo baweriya ku dewleta tirk dev ji siyaseta xwe ya sed salî berdaye divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Parlamenterên DEM Partî Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28'ê Kanûnê de çûn Girava Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan ên ji 7 xalan pêk dihat ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi raya giştî re hatin parvekirin û heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê jî di vê çarçoveyê de hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re didomîne. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal têkildarî geşedanên dawî axivî. Remzî Kartal diyar kir ku divê pêvajoya ku hatiye destpêkirin baş were analîzkirin, geşedanên neteweyî  û navneteweyî bên fêmkirin û got:“Yanî bi biryarên ku di sala 2014’an de di civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî de hatin girtin û ew biryar  xistin meriyetê, dewlet di bin navê Sîstema Hikûmetê ya Serokatiyê de ji nû ve hat organîzekirin û ji bo bigihêje armanca xwe li dijî kurdan şerê topyekûn da destpêkirin, hemû saziyên dewletê, daraz, rêveberî û muxalefetê piştgirî dan vê pêvajoyê û divê pêvajoya 10 salên dawî ya ku pergala hiqûqê hat binpêkirin û muxalefet jî bi tevahî piştgirî da vê pêvajoyê baş were analîzkirin. Pergalek ku Tirkiye ji aboriya bazara serbest hat veqetandin û di vê çarçoveyê de Bankeya Navendî veguherî navenda şerê taybet. Her wiha di van 4 salên dawî de hem li Tirkiye, hem li başûrê Kurdistanê û hem jî li Rojava şerek topyekûn hat meşandin, tecrîda mutleq a li Îmraliyê xistin meriyetê, li dijî partiyên siyasî, gel û çapemeniyê zext hatin meşandin. Ligel şerê topyekûn encamek bidest nexistin. Di warê leşkerî hêviya wan ya serkeftinê têk çû, di warê aborî de zirareke mezin dîtin. Di hilbijartinên dawî de tifaqa desthilatdar a ku AKP-MHP’ê temsîl dike bi têkçûneke mezin a siyasî re rûbirû man. Ji xeynî vê ji bo şer gelek pere wek pereyên veşartî hatin xerckirin. Ji ber vê yekê Tirkiye ketiye nava krîzeke aborî ya pir mezin.”

Tirkiye li derve hat hiştin 

Kartal da zanîn ku Tirkiyeyê heta niha li gorî girîngiya xwe ya stratejîk û jeopolîtîk siyaset li herêmê û qada navneteweyî de siyaset dimeşand lê piştî têkçûna Sovyetê girîngiya xwe ya stratejîk winda kir û got:“Dîsa geşedanên siyasî yên li Rojhilata Navîn -ango têkiliyên ku Îsraîl bi peymana Îbrahîm re bi welatên ereb re pêşxist- gihaştiye wê astê ku Tirkiye wek welatekî misilman ên ne ereb girîngiya xwe winda kiriye. Ji xeynî vê rêya stratejîk a enerjiyê ya ku ji Hindistanê dest pê dike, ji welatên ereb, Urdun, Îsraîl, Qibris û Yewnanîstanê derbasî Ewropayê dibe jî ji bo Tirkiyeyê windahiyeke cidî bû. Hêzên ku ev plansaz kirin Tirkiye ji wê planê dûr xistin. Ji ber ku tê gotin ku nûnerên Hamas’ê di 5’ê cotmehê ji Tirkiyê derketine û piştî 2 rojan êriş pêk tê. Di vê astê de îdiayên cidî hene. Di Şerê Îsraîl-Filistînê de, Tirkiye ji ber bandora xwe ya li ser Hamasê wekî welatekî misilman, mîsyona ku dikare pirsgirêkan çareser bike li xwe bar kir. Bêguman ev mîsyon pêk nehat û guh nedan Tirkiyeyê. Her wiha têkiliyên wê yên bi Hamasê re ji bo Tirkiyeyê veguherî dezavantajeke mezin.”

Di nava tirseke mezin de ye 

Kartal da zanîn ku Tirkiye di qada navneteweyî de pir tengav bûye û wiha pê de çû: “Herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. Di roja me de netew-dewletên heyî yên bi tevahî li ber aboriya cîhanî asteng û bend in. Helbet Tirkiye di nava tirs û xofeke mezin de ye. Ji roja ku DAIŞ li Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên navneteweyî ve derxistin holê, erka Tirkiyê hat dayîn ku komên selefî di ser Tirkiyê re bişîne Sûriyê, lê derket holê ku ev erkeke stratejîk nîne. Rejîm li Sûriyê hilweşiyaye û planeke nû pêş dikeve.  Pêvajoyeke ku çeteyên girêdayî Tirkiyê û HTŞ organîze dike heye. Lê belê dema ku Tirkiye li benda wezîfe û roleke koordînekirina HTŞ bû, berovajî vê yekê derket holê ku ji bo koordînekirinê Erebîstana Siûdî hatiye wezîfedarkirin. Dizane ku di vê pêvajoyê de dibe ku hêzên navneteweyî bi tevgera kurd re têkilî deynin û dizanin ku ji bo wan rewşeke neyînî ye. Ji ber van geşedanên hundir û derve re têkildar guncav dît ku di kontrola xwe de bi Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan re diyalog û pêvajoyekê bide destpêkirin.”

Divê Rêber APO azad be 

Kartal diyar kir ku sedema pirsgirêka kurd ya herî mezin feraseta dewletê ya înkar û îmhayê ye û got:“Niha ger di xala çareseriyê de bawerî çêbibe, divê dewlet baweriyê bide ku dev ji van polîtîkayan berdaye. Ji ber vê yekê divê nêzîkatiya li pirsgirêka kurd weke nêzîkatiya li Rêber Apo were nirxandin. Ne tenê rakirina tecrîdê her wiha ji bo gelê me bawer bike ku dewletê dev ji siyaseta xwe ya sedsale berdaye divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.”

MA/FIRAT CAN ARSLAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.