Ji bo Azadiyê li Ewrûpayê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 25 Tebax 2020 - 23:00

Filma li ser berxwendana Sûrê, "Ji bo Azadiyê" li Ewrûpayê ji nû ve tê nîşandan. Film beriya çendekê li Japonyayê hat nîşandan, û wê di Festîvala Filman a Navneteweyî ya Ammanê de li Urdinê jî bê nîşandan.
Ji ber şewba ji ber vîrusa koronayê, filma Ji bo Azadiyê nekarî îsal weke adetê li Ewrûpayê bê nîşandan. Filma derhêneriya wê Ersîn Çelîk kirî, wê li Elmanya, Ingilîstan, Swîsre û gelek welatên din ên Ewrûpayê bê nîşandan.
Filmê li Elmanyayê 13´ê Adarê galaya xwe kiribû; piştî navberê niha nîşandana wê li bajarên din ên Elmanyayê dewam dike. Film herî dawî bi du seansan li Attendornê hatibû nîşandan û gelekî hatibû ecibandin. Di Tebax, Îlon û Cotmehê de film wê li gelek bajarên Elmanyayê bê nîşandan. Film Şemiya bihurî li Dortmundê li Schauburg Kino hat nîşandan û 29´ê Tebaxê jî wê li heman hola sînemayê bê nîşandan.
Li Swîsreyê nîşandana filmê dest pê kir, û ew ê di Îlonê de li Zurich û Lozanê tûra xwe dewam bike. Li Baselê jî li ser daxwaza temaşevanan film wê careke din bê nîşandan.
Film li Ingilîstanê wê 5 û 6´ê Îlonê li Londonê bê nîşandan. Nîşandana filmê li Ingilîstanê wê Îlonê û Cotmehê dewam bike. Bilêtên wê wê online karibin bên kirrîn.
Bernameya heta niha diyar a filmê li ewrûpayê wiha ye:

ELMANYA

DORTMUND: Schauburg Kino, 29.08.2020 saet 18.00´an
KASSEL: Bali Kinos, 02.09.2020 saet 16:00´an
DUSSELDORF: Filmkunstkino Metropol, 05. û 06.09.2020 saet 16:00´an 
MUNICH: Monopol Kino, 07. û 08. 09.2020 saet 20.00´an 
ESSEN: Astra Luna Theater, 09.09.2020 saet 20:00´an
BRAUNSCHWEIG: Universum Kinobetriebs, 30.09. û 04.10.2020 saet 19.30´î
BERLÎN: Babylon Berlin, 02.10.2020 saet 20.00´an
 
INGILÎSTAN

LONDON: UK PREMIERE, 05. û 06.09.2020 saet 19:30´î
LIVERPOOL: 13. û 14.09.2020 saet 19:30´î
 
SWÎSRE

ZURICH: Arena Cinemas Saal 4, 08.09.2020 saet 20.00´an 
LOZAN: Pathe Flon, 10.09.2020 saet 19.30´î
BASEL: Kult Kino Ag, 13.09.2020 saet 15:00´an

 

Nîşandana yekê li welatên Ereban

Ji bo Azadiyê, sibe wê li paytexta Urdinê Ammanê, di festîvala filman a navnetweyî (Amman IFF) de bê nîşandan. Film wê di beşa filmên ne bi Erebî de bê nîşandan û bi vî rengî promiyera xwe ya li welatekî Ereb bike. Film wê li sînemaya servekirî bi jêr nivîsên bi Erebî û Ingilîzî bê nîşandan. Li ser navê ekîba filmê derhêner Ersîn Çelîk wê bi peyama vîdeo beşdarî festîvalê bibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.