Filma Ji bo Azadiyê

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Yekşem 18 Cotmeh 2020 - 23:00

Vê pêlê li derve li filmekê temaşekirin welê ne hêsan e. Yê me jî israreke me ya zêde nîne. Lê va ye nîşandana filma “Ji bo azadiyê” çend dewr li dûv xwe hiştin û di rewşa pandemiyê de jî bi şertên xwejihevdûrxistina fizîkî ji îna bihurî ve wê li gelek sînema û bajarên Elmanyayê bê nîşandan. Min jî bi zor û zehmetî xwe gihand nîşandaneke li bajarê Giessenê. Ji ber ku holên sînemayê kêm bi dest dikevin, îro û sibe li Giessenê film li sînemê tê nîşandan, lê înê li hola dêrekê hat nîşandan. Aliyên wê yên erênî hebûn, gava dengê muzîkê olan dide, xweştir bi mirov dihat. Aliyên wê yên neerênî jî gelek bûn; deng bi zior dihatin fêmkirin. Ji ber dengvedanê, diyalog mirov ji wan fêm bike jî, fêm neke jî weke hinek helbestan bixwînin dihatin ber guhên temaşekerî. Aliyê din ê neerênî jî, hol weke şikeftekê cemidî bû, û serma derve ji ya hundir zêdetir dikir.
Axir li ser filmê berê di rojnameya me de jî gelek nûçe hatin weşandin û derhêner jî ji me re peyivîbû. Ji min re li hev hat min jî lê temaşe kir. Film behsa berxwedana Sûrê dike. Ez ê aliyên xurt ên filmê hema bi paragrafekê bikim rêz: Lîstikvan di warê hestan de nêzî rastiyê ne, ji ber ku şervanên bi rastî bi rolên xwe radibin. Sûr û kuçeyên wê xweşik hatine kopîkirin; aksiyona di filmê de ji bo nîşandana hovîtiya dewleta Tirk û qehremaniya berxwedêran xweşik hatiye bikaranîn. Muzîk jî di filmê de baş hatiye bikaranîn. aliyekî din ê erênî, belkî bikaranîna wan sehneyên hinekî komedî tê de be. Gava mirîşkek tê nav şervanan, yan jî kêliya ku şervan dikarin bikenin jî aliyên serketî yên film in, lê belê ji ber insanîkirina qehremanan ev sehne dikarîn zêdetir bin.
Ez ê niha behsa hin qelsiyên filmê bikim, weke rexneyeke ji dil. Di destpêka filmê de em şahidiyê li serhatiya bêjera çîrokê dikin, ka çawa tê Sûrê û paşxana wê çi ye? Dengê bibîranîna Berxwedana Sûrê jî ew bi xwe ye. Ez neçar im lê mikur bêm, keseke ji meseleyan ne haydar, keseke ku rojeva hingê neşopandî, wê ji vê destpêkê tiştekî zêde fêm neke. Em bi 20 deqîqeyên sînemayê re rûbirû ne ku ji nava malê re behsa meselê dike. Êş û eziyetên salên 1990ʼî, koçberî, berxwedana siyasî ya Kurdan, Berxwedana Kobanê… Heger kesek ji van ne haydar be û li filmê temaşe bike, wê 20 deqîqeyên pêşî ji bo wê kesê/wî kesî danadûvhev a dîmen û dengan be.
Xisûseke din çîrok û gotina wê ye. Rast e di filman de gotina yek çîrokê, yan jî gelek çîrokên bi hev ve elaqedar di heman demê de mirov dikare bibîne. Herdu jî dikarin serketî bin. Lê herdu ne weke hev in. Ji bo azadiyê bi derhêneriya Ersîn Çelîk behsa gelek qehremanan dike, lê gava vê dike, yek bêjer heye. Lê ev bêjer geh berê xwe dide vî alî, geh dide wî alî, geh behsa bibîranînên xwe dike, geh tedît bibîranên yên din dibêje. Yên din jî ne yek û didu ne; Fermandar Çiyager, Nûcan, Yilmaz ê li Amedê, Hogir ê hevrê û hevalê birayê bêjerê… Mesele jî gelek in, ji ajanê MÎTʼê heta bi parastina mala xwe ya Yilmazî. Film dixwaze behsa hemûyan bike, hem jî bi detayan. Filmê li şûna vê bi çîrokekê serê xwe biêşanda û mesele hemû li dora wê bihûnanda, di warê çîrokbêjiyê de dikarî xurttir be. Yan jî belkî bi çîrokên kurttir ên paralel jî xurt baya. Em antî qehremanan -yan jî dijmin qehreman- jî nabînin yan jî ji awira karîkaturîzekirinê ya "qencan" dibînin. Mesela fîgureke kariya xirabiya dijmin, yan jî xirabiya mutleq a aliyê din nîşan bide di filmê de nîne. Li şûna wê êrişkariyeke daimî ya dijminekî bi koma polês û eskeran muceredkirî di filmê de heye.
Film bi giştî ji bo Kurdan ji wan filman e ku hêjayî lê temaşekirinê ye. Lê piştî filma “Ax” a Kazim Oz a sala 1999ʼan û Bêrîtana Halîl Dag a 2006ʼan, di sînemaya şoreşger de jî zimanê gotina çîrokê û zimanê sînematografiyê divê êdî serketîtir be. Ev rexne ji bo filma Ji bo azadiyê (2019) jî û ji bo filma 14ʼê Tîrmehê (2017) jî lê ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.