NADA’yê ji bo Ayşe Gokkan daxuyanî da

Nûçeyên Jin

Pêncşem 11 Îlon 2025 - 14:30

  • NADA’yê bi daxuyaniyek ji bo Ayşe Gokkan ku roja pênçemê doza wê hat dîtin wiha got: “Em vê roja darizandina wê bikin roja hevgirtina cîhanî.”

Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Herêma Efrîkaya Bakur Rojhilata Navîn (NADA) daxuyaniyek da û banga piştgiriya bi Ayşe Gokkan re kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Em pêşketinên di darizandina aktivîst Ayşe Gokkan a ku jiyana xwe di riya mafên gelê Kurd û parastina mafên jinan de derbas kiriye de bi fikaren mezin dişopînin. Berê berdevka Tevgera Jinên Azad bû, dengê bilind ê jinên ku serî ji zilm û şîdetê re neditewandin bû."

NADA’yê bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî van kiryaran derkeve, binpêkirina mafên mirovan bibîne, berpirsyariya xwe bi cih bîne û wiha domand: "Girtina jineke ku sembola berxwedanê ye û darizandina wê, ji bo jinên ku daxwaza mafên xwe dikin gef e. Hewl didin bi vê yekê çavên civakan bitirsînin. Em weke Tifaqa NADA’yê, hevgirtina xwe ya bi rêhevala xwe Ayşe Gokkan re îlan dikin û diyar dikin ku ew çendî hewl bidin dengê wê bibirin jî dê dengê hemû jinên azad her dem bilind be.” NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.