‘Ji bo azadiyê’ yek ji 5’an e

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 28 Kanûn 2020 - 22:58

Li gorî lîsteya Asian Movie Pulse, di nava 20 filmên herî baş yên welatên Rojavayê Asyayê yên sala 2020’an de di rêza 5´an de filma derhêner Ersîn Çelîk Ji bo azadiyê jî cih girt.

Filma ‘Ji bo azadiyê’ li ser berxwedana 100 rojî ya Sûrê (Amed) ya sala 2015/2016´an bû. Dîmenên filmê li sala 2019’an li Kobanê hatin girtin. 

Filmê heta niha xelata film a Palmiye Vollance û Katalanê girtiye û niha jî ketiye rêza 5’an a filmên Rojavayê Asyayê. Ziman esasî yê filmê Kurdî ye, jêrnivîsa wê bi zaravayê Soranî jî hatiye kirin. Şirketên Japonî û Spanî dûblaja zimanê Japonî, Spanî û Portekîzî kirine. Her wiha bi zimanên biyanî Elmanî, Fransî, Ingilîzî, Erebî, Tirkî, Katalonî, Koreyî, Îtalî jî dublaja filmê hatiye kirin. Bi giştî film li 13 zimanan hatiye wergerandin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.