
- Mafê hîndekariya bi zimanê dayikê yê zarokên kurd, di nav kategoriya mafên mirovî, yên jêveneger û veneqetandî de cih digire. Ji ber wê yekê, nabe ku ev mafê rewa bibe alaveke fişarê (enstrûmentalîzasyon) di nav danûstandin an jî lihevkirinên konjektûrel ên siyasî de.
Perwerde û hîndekariya bi zimanê dayikê, ne bijardeyeke siyasî an jî îdeolojîke; bervajî wê, mafekî bingehîn, ê mirovî ye. Mafê her zarokekî heye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehê wergire û ziman, çand û nasnameya xwe bi rengekî azad geş bike. Misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, yek ji pîvanên bingehîn ên rêzgirtina li rûmeta mirovî, piralîbûna çandî û prensîba wekheviya hevwelatîbûnê ye.
Civaka Kurd a li Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê, mîna gelek herêmên din ên Cîhanê, di serdema nûjen de bi rengekî sîstematîk ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê hatiye bêparkirin. Siyasetên qedexekirin û astengkirina zimanê kurdî di qadên perwerdeh, sazîbûn û jiyana giştî de, ne tenê mafê bingehîn ê nifşên nû yê hîndekariya bi zimanê dayikê sînordar kiriye, lê bele di heman demê de li pêşiya geşbûn û parastina azad a nasnameya çandî jî astengiyên hiqûqî û pratîkî derxistiye holê.
Di 15 salên dawîn, ên aloziya navxweyî û veguheza siyasî ya Sûriyeyê de, civaka kurd di berdêla doxa jiyanê ya giran a sosyo-polîtîk de, li dijî siyasetên asimilasyon-bişavtin û fişarê yên rejîma navendî û her weha li hember aktorên çekdar ên radîkal ku ewlehiya herêmî û normên hiqûqa navdewletî ya mafên mirovan gef û binpê dikirin, stratejiyeke piralî ya parastin û têkoşînê meşand. Ev pêvajoya çalakgerî û fedakariyê, ne tenê wekî hewldaneke xweparastina fîzîkî û polîtîk e, di heman demê de di çarçoveya avakirina modelên azadî, wekhevî, piralîbûn û nirxên demokratîk de, wekî ezmûneke sazibûnî û konsepteke girîng di lîteratûra siyasî de cihê xwe girt.
Bersiveke hiqûqî û rewa ye
Di encama vê têkoşînê û konjektûra polîtîka nû de, civaka kurd li rojavayê Kurdistanê derfet bi dest xist, ku piranîya mafên xwe yên bingehîn, ên dîrokî di qada pratîkî û ” de-fakto” de bi kar bîne. Di nav vê warî de, destkeftiya herî berbiçav û stratejîk, sazkirina pergala perwerdeha bi zimanê dayikê ye. Di heyama 15 salên dawîn de, bi rêya vê pergalê nifşekî nû bi hîndekariya bi zimanê kurdî gihîştiye; Ev rewş ne tenê guhertineke akademîk û pedagogîk e, belku li dijî siyasetên înkar, marjînalîzekirin û asimilasyona sîstematîka zimanî û çandî ye, di heman demê de jî bersiveke hiqûqî - yasayî û rewa ye.
Metirsî û qonaxeke nû
Di konjektûra heyî de, nêzîkatî û hewldanên hikûmeta demkî ya ji bo sînordarkirin û astengkirina mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî, fikarên mezin yên hiqûqî û siyasî derdixin holê. Sînordarkirina statûya zimanê kurdî di pergala hîndekariyê de û sepandina modelên ku zimanê dayikê tenê wekî zimanekî biyanî pênase dikin. Xeterî - metirsî ji nû ve avakirin (re-produksiyon) û sazîbûna polîtîkayên dîrokî, înkar û asimilasyona çandî di qonaxeke nû de nîşan dide.
Misogerkirina statûyeke wekhev
Di vê çarçoveyê de, divê bi rengekî zelal were destnîşankirin, ku zimanê kurdî li Sûriyeyê di warê rewabûna dîrokî, hiqûqî û destûrî de xwedî heman maf û statûya zimanê erebî ye. Sînordarkirina zimanê kurdî wekî daxwazeke bijarte yan pênasekirina wê, wekî zimanekî biyanî di tu normên hiqûqî de nayê qebûlkirin. Mafê civaka kurd ê hîndekariya bêkêmasî ya bi zimanê dayikê, divê di bin garantiya destûriyê de bête girtin. Li gorî pêkhateya piralî û pirzimanî ya Sûriyeyê, parastina perwerdeha bi zimanê kurdî, azadiya bikaranîna wê di qadên giştî û çandî de û misogerkirina statûyeke wekhev û fermî, ji bo aramiya civakî û avakirina hiqûqa hevwelatîbûnê berpirsiyariyeke bingehîn û rewa ye.
Bila ev maf nebe alaveke fişarê!
Li vir, refleks û çalakgeriya polîtîk a civaka rojavayê Kurdistanê ya li dijî sînordarkirina mafê perwerde û hîndekariya bi zimanê dayikê, têkoşîneke rewa, demokratîk û gerdûnî ya di çarçoveya mafên bingehîn de ye. Mafê hîndekariya bi zimanê dayikê yê zarokên kurd, di nav kategoriya mafên mirovî, yên jêveneger û veneqetandî de cih digire. Ji ber wê yekê, nabe ku ev mafê rewa bibe alaveke fişarê (enstrûmentalîzasyon) di nav danûstandin an jî lihevkirinên konjektûrel ên siyasî de.
Em, wekî saziyên ziman û çanda kurdî, yên li dîaspora - tarawgeyê, li gor normên hiqûqa navdewletî û prensîbên mafên mirovan de daxwaz dikin ku:
- Garantiya Destûrî ya Mafê Ziman: Mafê civakî û pedagogîk ê hîndekariya bi zimanê dayikê, ya zarokên kurd bi rengekî bêkêmasî were parastin û di bin sîwana qanûnî de were
- Misogerkirina Statûya zimanê kurdî: Statû û bikaranîna zimanê kurdî di hemû astên hîndekariyê de wekî zimanê perwerdeehê bi awayekî desturî û qanûnî were misoger kirin;
- Wekheviya Hiqûqî û Statûya Fermî: Zimanê kurdî li Sûriyeyê, di warê rewabûna dîrokî û destûrî de, wekî zimanekî fermî xwedî heman maf, pîvan û statûya zimanê erebî be.
- Rakirina Astengiyên Sazîbûnê: Hemû astengiyên hiqûqî, rêveberî û pratîkî, yên li pêşiya bikaranîna zimanê kurdî di qadên giştî, saziyên fermî û sivîl û çalakiyên çandî de bi temamî werin rakirin.
Peyama me ev e: Di vê encamê de, divê bê zanîn ku hîndekariya bi zimanê kurdî ne îmtiyazeke siyasî an jî îstîsnayî ye! Bervajî wê, prensîbeke gerdûnî û mafekî mirovî yê bingehîn e. Parastin, sazîbûn û geşkirina vê destkeftiya dîrokî ya li rojavayê Kurdistanê, ne tenê daxwazeke hiqûqî ya civaka kurd e, belku di heman demê de ji bo avakirina paşeroja Sûriyeyeke demokratîk, piralî, pirreng û pluralîst wekî yek ji dînamîkên damezrîner û herî girîng cih digire."
Em piştgiriya xwe ya tam û hevpariya xwe ya sazîbûnî ji bo têkoşîna hiqûqî, parastin û sazîbûna mafê perwerdehî û hîndekariya bi zimanê dayikê ya li rojavayê Kurdistanê radigihînin.
Saziyên Kurdî yên Ziman û Çandê yên Dîaspora – Tarawgeyê
19.09.2026
- Enstîtûya kurdî Swîsre
- Enstîtûya kurdî li Stockholmê
- Enstîtûya Kurdî li Brokselê
- Enstîtûya kurdî li Londonê
- Enstîtûya Zîwan û Kultûrê (Zaza) - Îkk-e.v.Berlin
- Yekîtiya Mamosteyên kurd li Elmanyayê
- Yekîtiya Mamosteyên kurd li Swêdê
- Enstîtûya kurdî ya lêkolîn û zanistî ya Dusselsdorfê
- Enstîtûya kurdî ya lêkolîn û zanistî ya Berlîn ê
- YEKMAL Akademiye gG nbH. Berlîn
- Platforma zimanê kurdî ya Ewropayê
- Civata wêjeya kurdî
- Kudische gemeinde zu Berlîn- Brandenburg EV
- Platforma Seko jibo Niştîmansaziyê
NAVENDA NÛÇEYAN







