Ji bo Azadiyê li Ewrûpayê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 14 Cotmeh 2020 - 20:22

  • Filma Ji bo Azadiyê wê li Elmanya Swîsre û Spanyayê bê nîşandan.

Filma Ji bo azadiyê ya li ser Berxwedana Sûrê li welatên Ewrûpayê vê tê nîşandan. Ji îna li pêşiya me û pê ve wê li gelek sînemayan di şertên tevdîrên li dijî şewba koronayê de bê nîşandan. Film wê li Elmanya Swîsre û Spanyayê bê nîşandan. Cihên ku filma derhêner Ersîn Çelîk wê lê bê nîşandan wiha ne:

Elmanya


FRANKFURT: 16ʼê Cotmeha 2020ʼan, li Offenbach Hafen 2 Kino, saet 19:00ʼan
GIESSEN: 16ʼê Cotmeha 2020ʼan, li Dêra Sant Morusê saet 18.30ʼî û 19ʼê Cotmeha 2020ʼan, li Kommunales Kino saet 18:00ʼan
MUNCHEN: 24ʼê Cotmeha 2020ʼan, 31ʼê Cotmeha 2020ʼan, 14ʼê Mijdara 2020ʼan, 21ʼê Mijdara 2020ʼan, 28ʼê Mijdara 2020ʼan li Werkstattkino saet 17:00ʼan
BERLÎN: 21ʼê Cotmeha 2020ʼan, li Kino Babylon Mitte saet 19:30ʼî
HEILBRONN: 8ʼê Mijdara 2020ʼan û 15ʼê Mijdara 2020ʼan, li Kurdisches Gesellschaftszentrum saet 17:00ʼan
MONCHEN-GLADBACH: 10ʼê Mijdara 2020ʼan, li "Haus Zoar" saet 19:30ʼî
NORTHEIM: 11ʼê Mijdara 2020ʼan, li Neue Schauburg Kino saet 20:15ʼan
HANNOVER: 3ʼyê Kanûna 2020ʼan, li Apollo Kino saet 20:15ʼan

Swîsre

LUGANO: 15ʼê Cotmeha 2020ʼan, li Cinema Lux Art House saet 20:00ʼan
ST. GALLEN: 25ʼê Cotmeha 2020ʼan saet 16:30ʼî û 27ʼê Cotmeha 2020ʼan saet 20:30ʼî, li Cinema Kinok
WINTERTHUR: 28ʼê Cotmeha 2020ʼan, li Kino Cameo saet 19:30ʼî

Spanya

BARCELONA: 27ʼê Cotmeha 2020ʼan li Soho House Barcelona, saet 12:30ʼî; 29ʼê Cotmeha 2020ʼan, li Cinemes Girona û 30ʼê Cotmeha 2020ʼan li Cinemes Zumzeig
BILBAO: 1ʼê Mijdara 2020ʼan, li BilboRock saet 19:00ʼan
SAN SEBASTIAN: 2ʼyê Mijdara 2020ʼan li Cines Principe
MADRÎD: 5ʼê Mijdara 2020ʼan, li Cinema Metropol saet 20:00ʼan

 

Cara yekê di pêşbirkê de

Filma "Ji bo azadiyê" wê ji bo cara yekê di festîvaleke filman a navneteweyî de di beşê pêşbirkê de beşdariyê bike. Festîvala Filman a Valenciayê ya 35ʼan îsal di navbera 22ʼyê Cotmehê û 1ʼê Mijdarê de bi rê ve diçe. Ji bo Azadiyê îsal di nava 750 filman de di beşê pêşbirkê de hat qebûlkirin. Filmê promiyera xwe ya dinyayê di Festîvala Filman a Kolkata ya li Hindistanê kir. Promieyera li Ewrûpa jî li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Rotterdamê ya 49ʼan de hatibû kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.