Ji bo Azadiyê xelateke din wergirt

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 26 Nîsan 2021 - 03:25

Filma ‘Ji bo azadiyê’ (The end will be spectacular), ku derhêneriya wê Ersîn Çelîk ê ji Komuna Sînema ya Rojava kir, li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Gorinchem (ÎFFG) xelata temaşevanan wergirt.

Festîvala Filman a Navneteweyî ya Gorinchemê ku li bajarê Gorinchem ê Hollandayê tê lidarxistin, îsal di navber 17-22’ê Nîsanê de ji ber şewba Covîd-19 bi rengekî online pêk hat. Komîteya festîvalê îsal du xelat dan. Yek ji van xelatan ‘Xelata Jûriyê ya Ciwan’ bû, xelata duyemîn jî ‘Xelata Temaşevanan’ (Audience Award) bû, ku xwediyê vê xelatê jî bi dengê temaşevanan hate hilbijartin. Filma ‘Ji bo azadiyê’, ya bi derhêneriya Ersîn Çelîk ev xelata temaşevanan wergirt.

Amadekarên festîvalê dema ku xelat ragihandin, li ser filma ‘Ji bo azadiyê’ gotin, “Mîna her sal, îsal jî em xelata temaşevanan didin ku ji aliyê temaşevanan ve hatiye hilbijartin. Çêkirina filmekê gelekî kar jê re divê. Ji bo sînemaya cîhanê afirînerî, biryardarî û bawerî pêwîst e. Ji destpêkê heta dawiyê çêkirina filmekê pêvajoyeke gelekî dirêj e. ÎFFG bawer dike ku pêwîst e elaqeya jê re ji van filman re bê nîşandan û ji bo çêkerên filman vî karê xwe dewam bikin, teşwîq dike. Xelata temaşevanan a ÎFFG’ê hem teşwîq e, hem jî pîrozkirin e. Xelata temaşevanan a ÎFFG 2021, ya filma ‘Ji bo azadiyê’ ya Ersîn Çelîk e. Çêker bi vegotina çîrokê xwedî li bibîranîna yên mirine, derdikeve. Filmeke şer a taybet e ku xwe dispêre mirov û bûyerên rastî.”

Fîlma ‘Ji bo azadiyê’ qala berxwedana Sûrê dike. Film berê jî hêjayî gelek xelatan hatibû dîtin. Li gorî derhêner, film wê êdî li gelek welatan li ser Vimeoyê jî karibe bê temaşekirin.

Li Ingilistan, Elmanya, Swêd, Belçîka, Awûstûrya, Swîsre, Norwêc, Hollanda, Îrlanda, Yewnanistan, Estonya, Luksembûrg, Fînlandiyayê bi jêrenivîsa Ingilîzî, Elmanî û Tirkî ji vê lînkê mirov dikarin lê temaşe bikin:
https://vimeo.com/ondemand/theendwillbespectacular/521356079

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.