Ji bo azadiyê Palmiya Bronz wergirt

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 1 Mijdar 2020 - 13:45

  • Filma “Ji bo azadiyê” di festîvala filman a La Mostra De Valencia ya navneteweyî de xelata Palmiyeya Bronz wergirt.

Filma “Ji bo azadiyê” ya li ser berxwedana Sûrê, di festîvala filman a La Mostra De Valencia ya navneteweyî de xelata Palmiyeya Bronz wergirt.
Filma “Ji bo azadiyê” ya bi derhêneriya Ersîn Çelîk ê ji Kolektîfa Sînemayê ya Rojava, ev xelata hanê li bajarê Spanyayê Vanlenciayê wergirt.
Serokê Komîteya Juriyê, senarîst û nivîskar Elisa Ferrer li ser navê filmê xelat da Diyar Hesso. Diyar Hesso malavahiya juriyê û kedkarên festîvalê kir. Mazdek Ararat û Rûbar Şervan bi bîr anî û diyar kir ku xelat li ser navê wan stendiye.
Avakarê Komuna Filman a Rojava û sînemager Mazdek Ararat (Omer Bagci) 13’ê Îlona 2019’an li ser peywira xwe, di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû. Aktorê filmê bi xwe, Rûbar Şervan (Cîhan Sever) jî li Heftenînê şehîd bûbû.

VALENCIA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.