Hunermendên Kurd ji bo 17 gerîlayên bi sîlehên kîmyewî hatin şehîdkirin, klîpeke vîdeoyê amade kir û ew weşand.
Di klîpê de ji 17 gerîlayên şehîd Delal Şoreş (Peyam Abdullah) beriya şehîd bibe strana Goranî Gardalul dibêje. Hunermendên Kurd vê stranê bi teknîka akapella ji nû ve şirove dikin. Lêdana dilî weke rîtmê hatiye bikaranîn, ti înstruman nehatine bikaranîn û tenê bi teknîka vokal stran hatiye gotin. Muzîkjenê bi tecrûbe Merdan Zirav stran gotiye, klîpa wê ya bi jêrenivîs jî ji weşanê re amade kiriye.
Pêşî ji dengê Delal li stranê guhdarî kir
Merdan Zirav dibêje, herî zêde kesa ku stran digot li wî tesîr kiriye: “Gava ku min nûçeya li ser şehîdbûna 17 hevalên me dixwend, min dît. Di vîdeoya nav nûçeyê de şehîda ji Silêmaniyê Delal Şoreş ev stran digot. Awayê şehîdê stran digot, tona dengê wê yê naîf û jidil gelekî tesîr li min kir.”
Axir Merdan Zirav dide pey şopa stranê û bi ser hunermend Mezher Xaleqî ve dibe. Koka stranê Rojhilatê kurdistanê ye û zimanê wê di navbera Kelhûrî û Hewramî de ye.
Teknîka Akapella
Merdan Zirav dibêje, “Tişta ku me karî li vê strana şehîd Delal Şoreş tenê dengê xwe û dilê xwe zêde bikin. Jixwe me wisa jî kir. Me ti înstruman bi kar neanîn, bi teknîka akapella me ev berhem amade kir. Tenê ji bo tona li piştî me dengêî lêdana dilî û çend dengên bas û tîz zêde kirin- Armanca me ew bû ku nîşan bidin bi dilê xwe û bi henaseya xwe em li cem şehîdên xwe ne."
Tevgera Çanda Kurd a Ewrûpayê (TEV-ÇAND) xwe daye ber xebata kolektîf videoyê. Wan xwestiye ji bo 17 şehîdan sembolîk 17 kes stranê bibêjin. Lê kesên stranê dibêjin, hemû ne solîst in. Merdan Zirav vê jî bi wê yekê rave dike ku şehîda stranê dibêje jî ne solîst e: “Ji ber wê yekê di nava kesên stranbêj de ew aktîvîst, înternasyonalîst, û mirovên ji rêzê yên ku heman hestan dibihîzin jî hene.”
Hema piştî ku wî dest bi xebatê kiriye bavê Merdan Zirav jî wefat kiriye. ew dibêje, hingê êşa şehîdan hîs dikir, wî nekariya şîna bavê xwe weke adetê bigire.
Gotinên Goranî Gardalul
Gotinên strana ku klîpa wî hatiye çêkirin jî li jêr in:
Rojgarêkî çend tarîka
Şer hewrî raş day pûşîwa
Tenya tîruskey hîwayêk
Runa çîba şar bexşîwa
Şewan bediyar çawanî to
Em xaka wa êşik egrim
Her bo xoşewistî êwa
Goranî alêm ta emrim
Ey nîştîman xo te zanî
Yekem hengaw çende sexte
Min rêbwarî aw hengawe
Rega j´beste lakew sexte
Çawa kani xoşî mawên
Her ba çeşmî nîştîmanim
Bê avîn û aşqî êwa
Hijman aynîya jiyanim
NAVENDA NÛÇEYAN