Li peytexta Koreya Başûr, Seulê xwendekarekî zanîngehê ji birçiyan, berhemê hunerî yê hunermendê Îtalyanî Maurizio Cattelan xwar! Berhemê hunerî yê Marizio Cattelan ku ji mûzeke pêk tê, beriya niha jî li gelek pêşangehan hatibû nîşandan û hatibû nîqaşkirin. Ji lewre mûza ku weke berhemekî hunerî hat nîşandan bi 120 dolaran hatibû firotin.
Ji bo hin kesan mûzeke bantkirî ya li ser dîwarekî dikare berhemekî hunerî nîşan bide, lê ji bo hinekan jî ew tenê mûzeke ji rêzê ye û dema mirov birçî bibe, dikare bi hêsanî wê mûzê ji dîwar bike û bixwe. Xwendekarê hunerê yê Zanîngeha Seulê ya Neteweyî jî heman tişt kir û mûza Maurizio Cattelan a li dîwar bantkirî, xwar. Her çiqas berhemeke îkonîk be jî xwendekarê zanîngehê yê çalakî kir li hember pirsan got; “Min taştê nexwaribû û birçî bûm, ji lewma jî min ew mûz xwar.”
Piştî bûyerê xwendekarê zanîngehê ji çapemeniya herêmî re axivî û got; “Zirardayîna hunerê hevçax, xebateke hunerî ye. Ez bi vî awayî şirove dikim.”
Xwendekarê zanîngehê piştî mûz xwar, qaçilê wê bi saya bandekî dîsa bi dîwar ve kir. Paşê qaçilê mûz ji hêla berpirsyarên muzeyê hate rakirin û li şûna wê mûzeke nû hat bicihkirin. Jixwe, mûza bantkirî ya Maurizio Cattelan du rojan carekê dihate guhertin. Piştî ku hunermend Maurizio Cattelan hay ji bûyerê çêbû qet dengê xwe nekir.
Mûza bantkirî ya Maurizio Cattelan dê heta 16’ê Tîrmehê li Seulê were nîşandan.
SEUL