Ji ber pêşangehê hat girtin

Nûçeyên Çand/Huner

În 16 Nîsan 2021 - 01:50

Aktîvîst û Rêvebera Festîvala Watch Docs a Filman ku nûnertiya mafên mirovan a di filman de dike, Tatsiana Hatsura Yavroskaya ji ber pêşangehekê hat girtin. Hat gotin, pêşangeha Yavroskaya ya bi navê, “Machine Is Breathing, and I Am Not” (Mekîne bêhna xwe dide û distîne, û ez bêhna xwe nadim û nastînim ) li hember polêsan tê maneya protestoyê û bi vê hincetê ew derdest kirin û birin hepsê.

Li gorî agahiyan, mijara pêşangeha “Machine Is Breathing, and I Am Not” xebatkarên tendûristiyê yên ku di pandemiyê de li Belarusê dixebitin, bûne. Kêfa polês ji vê re nehatiye û wan dor li mala Yavroskaya girtiye û dest daniye ser telefon û kompûtera wê.

Piştî Yavroskaya hat girtin, pêşangeha online jî hat betalkirin. Ji ber ku wê bi vê pêşangehê polês protesto kirine, 700 rubleyê Belarusî wek ceza lê hat birrîn. Her wiha polêsên Belarusî îddîa dikin ku Yavroskaya ji bo polêsan protesto bike, pere jî kom kirine û ji bo vê yekê jî ew ê were dadgehkirin.

Festîvala Belfast û Docs Ireland û kesên bi çand û huner re elaqedar in, nerazîbûn nîşanî biryara girtina Yavroskaya dan û xwestin ew bê berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.