Ji ber nivîsekê 60 hezar euro ceza!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 15 Tebax 2024 - 00:34

Li Îtalyayê tûrîstekî ji ber ku li ser kavilên maleke antîk a li bajarê Pompeii nivîs nivîsand, 60 hezar euro ceza wergirt. Pompeii yek ji bajarên antîk ê Romayê ye ku Piştî Mîladê di sala 79’an de di dema teqîna Çiyayê Vezûv ê volkanîk de wêran bûbû.

Bajarê antîk din ava Lîsteya Mîrateyên Dinyayê yên UNESCO’yê de cih digire. Beriya çend rojan turîstekî di dema serdana bajêr de li ser dîwarên xaniyekî kavil herfên “JW, LMW û MW” nivîsand û ji ber vê nêzîkatiyê ceza wergirt.

Turîstê 37 salî yê Ingilîz da zanîn ku ew pirr poşman e ku tiştekî wisa kiriye û niyeta wî ew bûye ku ji malbata xwe re bîranînekê bihêle. Li gor nûçeyan heger tûrîst cezayê ku jê re hatiye birrîn nede dibe ku bikeve hepsê jî. 

Bajarê antîk ê Pompeii nêzî Napolî ye û li Îtalyayê yek ji bajarên herî girîng e ku tûrîst xwe lê dikşînin û diçin serdana wir.

NAPOLÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.