Lîstikvana sereke ya rêzefilma Şehrezad, Terane Elîdostî ji ber ku piştgiri da serhildanên gel ên li Îranê, ji aliyê hêzên rejima Îranê ve hate girtin.
Medyaya Îranê diyar kir ku hêzên rejîma Îranê bi ser mala lîstikvana rêze filma Şehrezad, Terane Elîdostî de girtine, piştî lêgerîna li malê, ew kirine nezaretê.
Lîstikvana sînemayê Terana Elîdostî beriya niha ji bo piştgiriya serhildana gelên Îranê, wêneyekî xwe yê bê kefî ku pankarta “Jin jiyan azadî” hildabû, belav kiribû.
Her wiha piştî bidarvekirina ciwanê bi navê Mohsen Şekarî jî li ser hesabê xwe yê Instagramê nerazîbûn nîşan dabû û gotibû; “Li benda encamên vê xwînrijandinê bin.”
NAVENDA NÛÇEYAN