Weşanên Belkî, sê berhemên nû weşandin. Du roman û kitêbeke helbestê. Romana Rênas Jiyan a bi navê Kavirên Anarşîst, romana Yaşar Eroglu Dayik û kitêba helbestan a Remûzat a bi navê Fermana Firindeyan.
Romana Kavirên Anarşîst a Rênas Jiyan 276 rûpel e û weşanxaneyê bi metenekî kurt ê ji romanê, ew daye nasîn: “Niha êvar mî ye. Hîv pîvazeke zîv e. Ez lê dinêrim ji tûjiya wê çavê min hêsir dike. Ez wek xesekê rojên berê diqeşêrim, navika wê berf e; ez dixwim naxwim hundirê min hênik nabe...”
Romana Dayik a Yaşar Eroglu 261 rûpel in. Weşanxaneyê bi vê metana ji romanê ew daye nasîn: “Dayikê di kêliya dawiyê de jî xemgînî bi xwe re bir. Di jiyana xwe de xeyalên mezin nekiribûn, li benda hêviyên mezin nebû. Dayik, dara çinarê niha li ser nivînên xwe bêdeng, bêhes, bêgiyan radizê...”
Kitêba helbestê Fermana Firindeyan a Remûzat 80 rûpel e û Weşanên Belkî wê bi vê helbestê dide nasîn:
Dema ku General mir werzek ma
li kuçe û kolanên Dêrgezênê
pelên zer weşîn ji salnameyê
ne tenê yên îsal, yên par û pêrar û her demistanê
dişewitin bo kulmek germa havînê
arê kanûnê, tamara mirinê
bo xeweke xweş li Kurdistanê
AMED