• Doris Mitsh bi van wêneyên xwe li ser “zemanî” dirame û dibêje, “Hin pisporên fizîkê êdî dibêjin ‘zemanekî lineer’ tine ye, yanî her tişt bi aweyekî xeta rasterê nameşe! Heger jidil jî jiyan ne bi awayekî dûz be û xarovîço be, ev wêneyên min jî vê yekê dipeyitînin.”

XASÊ CÛNÊ

Gelek caran dema me berê xwe daye asîman û lê nihêriye balindeyên ku li asîman difirrin bi ber çavên me ketine. Temaşeya li firrîna wan ruhê azadiyê bi me jî daye hîs kirin. Jixwe, balindeyên li asîmanam her tim weke metaforekê, ruhê azadiyê temsîl kirine. Lê carinan ev firîna wan dibe mijara kompozîsyonên wênegiriyê jî. Firrîna balindeyan yên ku şêwazên razber derdixin holê û li asîman bi awayekî birêkûpêk difirrin bala wênegir Doris Mitsch biriye ser xwe. Mîtsch bi roj û mehan wêneyên balindeyên li asîmanan girtine û ji bo kompozîsyoneke xwe dikare 500 yan jî 5 hezar wêneyên ku girtiye li hev siwar bike û weke kompozîsyonekê hazir bike.

Doris Mitsch, wênegireke ji Californiayê ye. Ev demeke dirêj e ku dîmenên ku bala mirovan dibin ser xweza, wext û fezayê digire û dixwaze bi van wêneyan derbarê rastiyê de nirxandinan bike. Dîmenên ku digire, weke ku ji dinyayeke din bin. Wê herî dawî bala xwe daye ser firrîna çûkan û balindeyan. Ji bo dîmenên balindeyan bigire, berê kameraya wê tim li asîmanan bûye û ew jî di kemînê de bûye da ku karibe wêneyên balindeyan bi xweşikî bigire. Wê bi vî awayî gelek şêwazên firrîna balindeyan bi kamerayê girtine. Wê dûre jî ev şêwazên firrîna balindeyan li gorî kompozîsyonekê hazir kirine. Di her wêneyekî wê de gelek şêwazên firrîna balindeyan hene, pirr bi baldarî van wêneyên xwe hazir dike. Weke koreografiyeke firrîna çûkan disêwirîne, ev koreografiyên wê bi bandor û xweşik in.

Wêngirî, zeman û feza...

Mitsch li San Franciscoyê, Herêma Kendavê dimîne û nêzî mala wê dol û zixûrên pirr xweşik hene. Wê li van dol û newalan pirr wext derbas kiriye û gelek vîdeo û wêne girtine. Her wiha wê bi kamerayê gelek tiştên nû jî ceribandine. Jixwe, dema li zanîngehê xwendiye jî li ser wênegiriyê hûr bûye û li ser teknîkên alternatîf yên girtina wênayan sekiniye. Wê bê lens ango objektîf bi pozên dirêj wêne girtine. Ev ceribandin û lêgerîna wê ya di warê wêngiriyê de “têkiliya wênegiran ya bi feza û zeman re” baş radixe ber çavan. Mitsch jî bi salan guherîna xwezayê, avhewayê, heyv û stêrkan şopand û wêneyên wan girtin. Wekî din wê gelek wêneyên balefiran û balindeyan jî girtin û li ser şêwaza firrîna wan xebitî. Piştî ku li dinyayê pandemî belav dibe, dîsa wê berê xwe daye dol û newalan û vê carê berê kameraya xwe daye ser firrîna balindeyan. Wê li asîmanan gelek balindeyên ku bi şêwazên cuda difirin, zeft kirine. Wêneyên ku wê girtine jî di koleksiyona bi navê “Locked Down Look Up” de bi cih kirine û ev koleksiyona wê tekane ye di vî warî de. 

Firrîn û dansa bi xakê re

Mitsch, derheqê van wêneyên wê girtî de dibêje, “Ev balindeyên ku min wêneyên wan girtine, tenê li asîman firrînên razber nakin, her wiha ew bi xakê re dans jî dikin” û wiha dewam dike, “Xebat yan jî koleksiyona min a dawî ji xebatên min ên berê cudatir e. Ji lewre li gorî berê, min gelek wêneyên şêwazên cuda yên firrîna balindeyan girtibûn. Gelek sekansên xweşik derketibûn holê. Sîqalkên ku li çola Moabê difirriyan, şevşevokên ku li baxçeyê min li pey kermêşan digeriyan û qaqlîbazên ku li peravên behrê difirriyan li asîman şêwazên firrînê yên razber û xweşik diafirandin. Vê yekê kir ku ez dewam bikim û koleksiyoneke bi vî rengî ava bikim.”
 
Bi wêneyan li ser ‘zemên’ dirame

Doris Mitsch bi van wêneyên xwe li ser “zemanî” dirame û dibêje, “Hin pisporên fizîkê êdî dibêjin ‘zemanekî lineer’ tine ye, yanî her tişt bi aweyekî xeta rasterê nameşe! Ez li ser vê yekê gelekî serê xwe diêşînim, pirr tiştan diceribînim û ji min re gelek balkêş e. Ez jî li fezayê wêneyên zeman û di nav zemanî de wêneyên fezayê digirim. Heger jidil jî jiyan ne bi awayekî dûz be û xarovîço be ev wêneyên min jî vê yekê dipeyitînin.

Ji ber ku di kompozîsyonên min de firrînên dûz yên her tim ber bi hêlekê ve diçin, tine ne, ango tevlîhev in û ne ‘lineer’ in.”