Îtalya li Eurovisionê bi ser ket

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 24 Gulan 2021 - 09:07

Pêşbirka Stranan ya Eurovision a 65’an bi dawî bû. Di pêşbirka îsal de Koma Maneskin bi strana xwe ya “Zitti e buoni” ku Îtalyayê temsîl dikir bi serket û bû yekemîn.
 
Fînala Pêşbirka Eurovision ya îsal li bajarê Rotterdam yê Hollandayê hat lidar xistin. Ji dinyayê hemû 39 welat tevlî pêşbirka îsal bûn û ji nav van welatn 20 welat mafê fînalê bidest xistin.
Fînala Eurovision li ser kanala youtube ya “Êurovision Song Contest” bi ayawekî zindî hat nîşandan. Ji bilî temaşekirina li ser youtube bi qasî 3.500 kes jî bi awayekî fîzîkî tevlî merasîmê bûn û li merasîma îsal temaşe kirin.
 
Di fînala îsal de Koma Maneskin bi strana “Zitti e buoni” bû yekemîn û xelat girt. Her wiha nûnerê Fransayê Barbara Pravi bi strana “Voila” 499 puanî bû duyemîn. Nûnerê Swîsreyê Gjon’s Tears jî bi strana “Tout I’Univers” 432 puanî bû sêyemîn.
NAVENDA NÛÇEYAN
parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.