- Mihrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî, îsal cara pêncan e ku li dar dikeve. Çalakiyê vê sibehê dest pê kir.
Mihrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî, îsal cara pêncan e ku li dar dikeve. Çalakiyê vê sibehê dest pê kir.
Mihrîcan diviyabû 11'ê Cotmehê dest pê bikira, lê ji ber şewba Koronayê hatibû taloqkirin.
Endama komîteya amadekar a mihrîcanê, Nerîman Evdikê diyar kir ku îsal beşdarî ji derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî çêbûye û beşdarên ji tevahiya Kurdistan û cîhanê jî berhemên xwe şandine.
Nerîman Evdikê destnîşan kir ku mihrîcan 4 rojan dewam dike, lê ji ber şewba Koronayê îsal jî mihrîcan bi tene rojekê didome.
Nerîman Evdikê her wiha diyar kir ku îsal tenê ji bo çîrokên bi Kurdî û Erebî pêşbirk çêdibe û mijara çîrokan jî 'şoreş' e.
Mihrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî ya Pêncan îro saet 14.00'an li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a li Qamişloyê dest dike.
Di çarçoveya bernameyê de dê sînevîzyonek li ser jiyana Osman Sebrî, semînerên li ser wêjeyê û xwendina çîrokên beşdaran tên pêşkêşkirin. Her wiha di mihrîcanê de dê şano, xwendina helbestan û muzîk jî hene û mihrîcan bi merasîma xelatdayînê bi dawî dibe.
ANHA/QAMIŞLO