Îsal berf kêm bariye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 17 Çile 2024 - 03:52

Bi hatina pêla dawî ya berf û baranê, li Balekayetî 40 santîm befir bariye. Lê li gorî xelkê deverê, par vî demî berf zêdetir bû û nêzîktirî navenda bajêr barîbû. Li gorî daneyên Rêveberiya Çandiniyê ya Çoman, îsal 597 milîmetre baran bariye. Li çiyayan jî rêjeyek zêde berf bariye. Li navenda hinek gundan û bajaroka Hacî Omeran jî 40 santîm berf bariye.

Di derbarê barîna befir û barana li herêmê de xelkê deverê ji axivîn. Osman Rehman da zanîn berf û baran ji bo vê herêmê ne tiştek nûye û got:“Salane bi metran berf li vê herêmê dibare. Ava kaniyan zêde dibin. Lê îsal rêjeya baranê li pêş berfê bû. Barîna berfê bi rêjeyek berçav kêm kiriye.”

Osman Rehman diyarkir Balekayetî devereke sare û ji deverên din zêdetir pêwîstiya wê bi sotemenî û elektrîkê heye û got:’’Ji ber vê çendê divê hikûmet hîn zêdetir bi xelkê deverên çiyayî re bibe alîkar.’’

Xidir Selîm jî da zanîn ku zivistana deverê sare û got:“Di zivistanê de befir û baranek zêde dibare. Ji ber vê çendê zivistana vê devere ji ya cihên din cûdatire. Xelkê vê deverê fêrî sermayê bûne. Zivistan di meha 10’an de destpê dike û di hemû malan de sobe tên pêxistin. Zivistana vê derê dirêj e û heta nêzî meha şeş gelek sar e.”

Dilşad Rêbend ku yekem care ji bo geştiyariyê hatiye Balekayetî, behsa sermaya deverê kir û got:“Ez ji Pîranşarê hatime Hacî Omeran, dixwazim herim Hewlêrê. Lê hewayek gelek sar heye û kes nikare xwe li ber vê sermayê bigre.”

ROJNEWS/BALEKAYETÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.