Îro xelatan didin helbestkaran

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Mijdar 2023 - 00:50

Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî ya 7’an (Sala Melayê Cizîrî) bi xwendina helbestan li Qamişloyê dest pê kir. Îsal pêşbirka mihrîcanê li ser helbestan e û çalakiyên wê heta 3`ê Mijdarê  (îro) didomin.

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ya 7’an bi sala helbestvan û nivîskarê Kurd Melayê Cizîrî da destpêkirin. Mihrîcan li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê bi amadebûna nivîskar, rewşenbîr, helbestvan, nûnerên Rêveberiya Xweser û Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM´ê dest pê kir.

Li ser navê Rêveberiya Xweser, Cihgira Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Mariya Aho axivî û diyar kir ku ev 7 car in mihrîcan tê lidarxistin, ev yek jî bi saya înîsiyatîfa wêjevan û rewşenbîrên li herêmê pêk tê û got, "Wêjevan zanebûn û haydarbûnê pêşkêşî gelan dikin û wêje bi parastinê ava dibe, bi xwe re jî civakê bi pêş dixe."

Êrişên dagirker mihrîcan bi paş ve xistin

Endamê Komîteya Amadekar a mihrîcan Silêman Mehmûd jî da zanîn ku armanc ji lidarxistina mihrîcan û pêşangehên wêjeyî ew e ku nivîskar û helbestvanên li herêmê bînin ba hev, da ku bikevin pêşbirkekê, wisa jî asta xwe bi pêş bixin: "Ji serê sala 2023`yan ve amadekariyên mihrîcanê têne kirin. Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagiker mihrîcan carekê taloq bû."

Mehmûd got, mihrîcana îsal bi berhemên ji Kurdistanê û derveyî welat zengîn bûye û ew ji bo parastina wêjeya Kurdî û berevaniya li ber êrişên qirkirinê yên li dijî wê, mihrîcana îsal bi navê Melayê Cizîrî li dar dixin.

Helbest hatin xwendin

Piştî pêşandana sînevîzyonekê li ser jiyana siyasetvan, helbestvan û nivîskarê Kurd Osman Sebrî, ji koma Pargîn çend kilamên kurdewarî hatin gotin. Helbestvan Kurdiyar Dirêî û Dilyar Osê helbestên xwe yên bi Kurdî ji beşdaran re gotin, dûre helbestvan Samir El Şomerî û Mistefa El Hac jî helbestên xwe yên bi Erebî xwendin.

Helbestkarên serketî wê xelatê bigirin

Di Mihrîcana Osman Sebrî ya 6’an de, ku pêşbirka wê li ser romanê bû, çend nivîskar hatin xelatkirin. Îsal jî di mihrîcanê de berhemên wan ji aliyê Komîteya Amadekar ve hatin çapkirin. Navên romanan wiha ne: “Qolincên Nûjiyanê” ya nivîskar Kamran Simo Hedilî, “Roj di çavên me de direqisî” ya nivîskar Senaa Hacî, “Bîlêta vegera li Kobanê” ya nivîskar Ciwan Silo û “Di daîreya mirinê de li wan digerin” a nivîskar Ebd El Cabir Hebîb.

Îsal jî pêşbirka mihrîcana li ser helbestan e, di roja dawî de (îro) helbestvanên serketî wê werin xelatkirin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.